Rapor- Newala Giyadînê li Agiriyê û li ber çiyayê Tendûrekê
Melîk Aykoç: "Dema behsa newalan tê kirin, berê newalên Arîzona ya li Amerîkayê tê bîra mirovan, ji ber ku wan ew bi cihanê daye nasandin, bes gelek kûr û asê ye. Lê tu kes newala Çemê Asî / Mûradê nas nake. Hela em kurd hîç nas nakin. Ev newala ku wekî newala Îhlarayê jî tê nasîn, bercişeke xwezayê ya li Gihadînê ye."
Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê ji zarê Yenî Ozgur Polîtîkayê, "Melîk Aykoç" dîrokzan û kevnarenas dibêje: Newala Giyadînê bi qasê 700 / 800 metreyan li başûrrojavayê navenda bajarê navçeya Gihadînê ye, bi qasê 3 - 4 kilometre dirêj dibe.
Kurahiya wê li ser rêjeyeke 60 metreyan e lê cih bi cih hetanê 80 / 100 metreyî bilind dibe. Newala newalê li hinek cihan wekî çovîgan gelek fire dibe, li wan çovîgan bostan û avadaniyên cuda hene, cih bi cih jî teng mîna zuxrekê teng û asê ye. Baxirên newalê li hinek cihan rê bide jî, bi piranî gelek tîk bilind dibe: Hin berpalên baxirên newalê di pêvajoya salan de herifiye û wekî sewkî pêk hatiye, ev jî rengekî hê xweşiktir dide newalan.
Giyadîn û newala xwe 50 kilometre li başûrê navenda parêzgeha Agiriyê, çehl û rasteya navçeya Giyadînê li ber pêşa şaxên çiyayê volkanîk Tendûrekê ye. Anegorî agahiyên berdest ev newal ji ber lavayên çiyayê Tendûrekê yên ji bazaltê hetanî vir herikîne, pêk hatine, hin zanyar dibêjin; ev ji bandora atmosferîk wekî newaleke morfolojîk pêk hatiye û newaleke gelek kevin e. Çemê Mûradê jî di pêvajoya salan de her çûye ew kûr û berfireh kiriye.
Di vê newala newalê de her cure giha, dar û hêşînahî heye. Tê de hin şikeftên bi destên mirovan hatine teraştin û kolan jî hene. Tê gotin, mirovên berê di vê newalê de, hem xwe ji serma zivistanê û hem jî, xwe ji lawirên hov parastine. Mixabin ku hê antropologan li van şikeftan nekolaye û agahiyên zanistî nehatine belavkirin. Yanê ew jî li benda me xwediyê xwe ye û teqez dixwaze ku xwediyên wê, wê ziyaret bikin.
Bi zivistanê re her derê newalê xwerû jî cihên av ji jor ve di baxirên newalê de diherike newalê, dicemide qeşa û zemzîlkên bi metreyan dirêj digirin û bi wê dîmenekî giyana mirovan celb dike, derdikeve holê. Gelê heremê berê li vir bi xizag û kaşokan xwe xîş kirine. Niha jî hin sazî wê vê wekî cihê spora zivistanê bi kar tînîn. Her wiha Çemê Mûradê jî, li vir qeşayeke qalind digire, mirov dikane li ser werzîş bike.
Biharan li herêmê berê kulîlkên ji her rengî û çîçegên darên meyweyên li vir bi rengê cuda dipelqijin û dîmeneke tabloya xwezayî pêk tîne. Ligel wê gelek gihayên wekî siping, sîrim, gulik û heta riwês jî di vê newalê de heşîn dibin. Bi germê re her reng, pilpilîn û pembelûsk jî bi rengê xwe vê newalê dixemilînin.
Li gundê Melêqer ê li başûrê Giyadînê li ber pêşa çiyayê Eledaxê zêr derdikeve. Niha dixwazin zêrên ji wir derdikevin talan bikin.
Dibêjin, kesên nêzîkê serkariya heyî ew îhale girtine. Herêm jî kirine bin kontrola leşkerî da ku tu kes hewldana derxistinê neke. Li herêmê kana mermerên bi rengên cuda jî heye. Me behsa kevirê oksîdenê jî kiribû berê, ku ta di dema Xaldiyan de hatine derxistin.
Dewelta Tirkiyê niha hem vê newala Giyadînê hem jî ev heremên bi dewlemendiya medenan bi saziyên dewletê desteser kirine, xwerû jî bi aliyê wezareta hawîrdor û bajarwaniyê ve ev newal wekî herêma SÎT hatiye ragihandin. Li van herêman tevger bêyî van saziyan nabe.
Ev newal û germikên Giyadînê niha di nava lîsteya mîrateya cihanê ya UNESCO’yê de ne. Em hêvî dikin ku wekî mîrateya mirovahiyê were ragihandin. Lê berî her tiştî divê em xwedî lê derkevin. Em ê di hefteya pêş me de jî li ser kelehên herêmê yên di serdema Xaldiyan de hatine lêkirin, rawestin. Hetanê wan nivîsan bimînin di nava xêr û xweşiyê de.