Şirove - Tekeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser Berhemanîna Zanistbingeh û reforma karên aborî
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di axaftina roja yekem a sala nû (1401ê ya Koça Rojî) bi gelê Îranê ra, xaline girîng derbarê mijarên aborî yên welatê hilêxistin.
Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi vêya ku ji bo reforma karên aborî yên welêt divê em bi awayekî vebirr beer bi aboriya zanistbingeh va bimeşin, got: Bidestxistina pêşketina hevseng û edlane di warê aborî û çareserkirina kêşeya belengaziyê, tenê bi rêya xurtkirina berhemanînê pêkan e û eger em bi berhemanîna zanistbingeh, Berhemanînê xurt bikin, ev armanca mezin serê xwe digire.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di beşeke din a axaftina xwe da tevî bibîrxistina tekeziya xwe ya sala berê di roja yekem a salê da derbarê xwedûrkirin ji "Girêdana aboriya welêt bi boykotên Amerîkayê û gotina vê yekê ku heta boykot hebe, rewş hema wisa ye", got: Xweşbextane siyasetên nû li welêt nîşan da ku em dikarin tevî hebûna boykotên Amerîkayê jî bi pêş kevin, bazirganiya xwe ya derveyî geş bikin, girêbestên navçeyî pêk bînin û di warên neftê û babetên din hin serkeftinan bi dest bixin.
Mijara aboriya zanistbingeh, berçavgirtina berhemanînê û şiyanên navxweyî ji wan babetan e ku di salên dawiyê da hertim ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî va hatiye destnîşankirin û wî pêwîstiya baldariya berpirsan û berxwegirtina rêkarên pratîkî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lezandina pêşketinên welêt di hemî waran da destnîşan kiriye.
Hezretê ayetullah Xamineyî di Îlona sala 2021ê da û di yekemîn hevdîtina di gel serokkomar û endamên taxima dewleta Sêzdehem a Îranê da tevî amajeya bi vê yekê ku nabe ku em di çareserkiirna pirsgirêkên aborî da berê xwe bidin rêkarên demkî, got: Çareserkirina van pirsgirêkên aborî navên piştî rakirina boykotan; Rakirina boykotan di desthilata me û we da nîne,
di desthilata yên din da ye. Plandarêştina ji bo rakirina pirsgirêkan tevî hebûna boykotan bikin û plan darêjin ku bi hezkirina Xwedê bikarin karan bi pêş da bibin.
Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî di Sibata 1979an va ketiye ber zextên siyasî, aborî, çandî û leşkerî yên dijminan; Di salên vê dawiyê da jî Amerîkayê piştî serneketina di warê pêşîlêgritin ji pêşketinên zanistî û zêdebûna hêza neteweyî û navçeyî ya Îranê, boykotên herî pirr li ser Îranê sepandin û gelek armancên wî karî ji wan lawazkirina aboriyê û pêkanîna nerazîtiyê li nav gel hene.
Ev rewşa girîngiya gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ji bo berçavgirtina cidî ya şiyanên mezin ên navxweyî û mewqiya jeopolîtîk a Îranê li navçeyê û bikaranîna wê ji bo pêşketina aboriya welêt zêdetir nîşan didin.
Li ser vê esasê, Komara Îslamî ya Îranê bi taybet di dewleta sêzdehem da ji bilî şopandina gotûbêjên Lihevkirina Navokî ji bo rakirina boykotan, bi pêşxistina dîplomasiya aborî û girênedana pirsgirêkên aborî bi Lihevkirina Navokî û boykotan, hewil dide du mijarên rakirina boykotan û bêbandorkirina wan bi hev ra bi pêş bixe.
Dewleta Îranê her wiha zêdekirina hevkariyên navçeyî û berçavgirtina zêdetir a welatên cînar û welatên misilman xistiye rojeva xwe. Zêdekirina bazirganiya di gel welatên cînar, endamtiya Îranê li Rêxistina Şanghayê, Cihhatina girêbesta 25 salî di gel Çînê, dabînbûna pêdiviyên girêbesta hevkariya 20 salî di gel Rûsiyê, girêbesta sêalî ya Suap'a gazî di navbera Îran, Tirkmenistan û Komara Azerbaycanê ji kiryarên bibandor ji bo berfirehkirina danûstandinên aborî di gel welatên cînar û navçeyê û pêngaveke girîng ji bo bêbandorkirina boykotan in.
Xuya ye ku hin pîvanên aboriyê weke zêdebûna berhemanîna ne-xalis a navxweyî, daketina nirxa bihabûnê, vegeriyana geşatiyê li kar û pêşeyan, zêdebûna firotina neftê û zêdebûna bazirganiya derveyî ya Îranê di mehên dawiyê da nîşana başbûna rêjeyî ya aboriya welêt in ku di rewşa boykotan da pêk hatiye.
Li ser vê esasê, li gorî girîngiya aboriya welêt di rewşa boykotan da û hêmanên ku bandorê lê dikin, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di axaftina xwe ya Newrozê da, tevî amajeya bi bêjeyên aboriyê di dehika borî da û dirûşmeya sala 1401ê, got: Hegera vê yekê ku ji bo îsal jî nav û dirûşmeya aboriyê hat bijartin, girîngiya bingehîn a mijara aboriyê û pirsgirêkên aboriyê di dehsaliya 1390î da ye ku rêya filitîna ji van pirsgirêkan, tevdîr, kiryar û hereketa durist e.