Adar 08, 2022 17:37 Asia/Tehran
  • Rewşa jinan li Tirkiyê raporek bi minasibeta 8 Adarê roja jinan

Derbarê binpêkirina mafên jinan û kuştina wan û herwiha asata bê kariya jinan li Tirkiyê raporên curbicur hatin belav kirin ku dibin sedema bêhêvîbûn derheq mafê jina û rewşa wan. Bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê me jî raporek derbarê rewşa jinan li Tirkiyê amade kiriye.

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin ya li Tirkiyê bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî di vê barê de raporek weşandiye. Li gor vê raporê di du mehên destpêka sala 2022ê 98 jin, sala 2021ê 280 jin ji aliyê mêran hatine kuştin û 217 jin jî bi awayekî bi guman kuştî hatine dîtin.

Li gor amarên raportê ji 280 jinên ku sala 2021ê hatine kuştin ji wan 124 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 37 jin ji aliyê hezkiriyê xwe ve, 16 ji aliyê xizmên xwe ve, 21 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 6 jin ji aliyê birayên xwe ve, 11 jin ji aliyê kurê xwe, 13 jin ji aliyê bavê xwe ve û 3 jin jî ji aliyê kesekî ku nas dike ve hatine kuştin. Ew jinên bûne qurbanî di malên xwe de li kolanê li cihên durî niştecihbûnê li cihê kar û li çolê hatine kuştin.

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu jî derbarê kuştina jina û binpêkirina mafên wan li Tirkiyê di navbera salên 2002 û 2021ê de di raporekê de diyar kiriye ku di vê midehê de 7 hezar û 71 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Sezgin Tanrikulu dibêje, ji sala 2002ê ve ku AKP bû desthilat û heta 2021ê li Tirkiyê herî kêm mafê 7 hezar û 71 jinan ê jiyanê hatiye binpêkirin.

Evparlemanter di raporta xwe de diyar dike ku newekheviya zayendî ya civakî di her qada jiyanê de berdewam e, lê belê li dijî vê yekê ji aliyê hikûmetê ti gav nehatine avêtin û qanûna  rêgirtina tundûtijiya dijî jinan û parastina malbatê nehatiye cîbicî kirin.

Tanrikulu dibêje: Sala 2021ê de herî kêm 165 jin dema li ser karbûne mirine û herî kêm 339 jin jî ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Li gor raportê ji her 100 jinan tenê 17 jin di sektora kar de tomarkirî ne û rêjeya bê kariyê ji %51ê derbas kiriye û amaje bi wê yekê tê kirin ku di heyama Coronayê de li hemû welatên cîhanê ji %4.2 jinên ku kar dikirin û ji %3 jî mêrên ku kar dikirin kêm bûne.

Li Tirkiyê 9 salên dawî herî kêm hezar û 130 jin dema li ser kar bûn canê xwe ji dest dane û ji %98ê jinên kar dikin li sendîkayekê ne tomarkirî ne.

Di raportê de tê gotin ku di sala 2020ê de jinên trans jî di nav de herî kêm kuştina 213 jinan di çapemeniyê de wek “kuştinên biguman” hatine ragihandin.

Li gor amarên Sendîkaya Kar û Tendirûstiya Giştî, li Tirkiyê ji ber pandemi û krîza aborî ji %78ê jinên ku di sektora tendirûstiyê de kar dikin deyndar in. Sendîkaya Kar û Tendirûstiya Giştî amarên lêkolîna taybet bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê ku ligel 929 jinên endamên sendîkayê kiriye eşkere kir.

Li gor lêkolînê ji ber pandemi û krîza aborî ji %78ê jinên ku di sektora tendirûstiyê de kar dikin deyndar in û neçar mane xerciyên xwe yên elektrîk, gaza xwezayî û xorakê kêm bikin. Herwiha ji %84.4ê wan jî bo karibin debara xwe bikin ji bankeyan kredî wergirtine.

Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Veli Agbaba jî bi helkefta 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihad ku li Tirkiyê 485 hezar jinên derçûyên zanîngehê bê kar in û her diçe rêjeya bêkariya jinan zêde dibe.

Agbaba dibêje, li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ji her 100 jinan 65 jin bêkar in û nêzîkî 10 milyon jin jî ji ber karên malê nikarin di sektora kar de bixebitin.

Agbaba diyar dike ku ji wan 388 doktora û 10 hezar jî derçûyê lîsansa bilind bi giştî 485 hezar jinên derçûyên zanîngehê ji Saziya Peydakirina Kar û Karkeran (IŞKUR) daxwaza kar kirine.

Li gor daxuyaniyê hejmara jinên bêkar ku li kar digerin li gor sala borî ji %15 zêde bûye. Di Çileya 2021ê de hejmara jinên bêkar yên li IŞKURê tomarkirî milyonek û 386 hezar bûye, lê ev hejmar di Çileya 2022ê de gihiştiye milyonek û 595 hezar jinan

Serepeyv