Çile 25, 2022 22:17 Asia/Tehran
  • Bazarganiya Tirkiyê li ser xwîna gelê mezlûm yê Yemenê

Wezareta Derve ya Tirkiyê bêyî berçavgirtina êrîşên heft salan ên hevpeymaniya Siûdî-Amerîkî ser Yemenê; Di daxuyaniya xwe de bersiva artêşa Yemenê li hember êrişên Erebistana Siûdî û Îmaratê şermezar kir.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Serî duh Duşemî 24ê Çile ragihand: Di Operasyona Bahoza Yemen 2 de, baregeha esmanî ya El-Zefre û cihên din ên girîng û jiyanî yên li paytexta Îmarat Ebû Zabî, bi çend mûşekên balistîk ên Zulfiqar û gelek balafirên bêmirov hatin hedefgirtin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê operasyona leşkerî ya vê dawiyê li dijî Ebû Zebî û Erebistanê bi "Eisar El-Yaman 2" bi mebesta berevanîkirin ji gelê bêparastin ê vî welatî li hember êrişên balafirên siûdî û îmaratî bi nav kir.

Hikûmeta Îxwanî ya Receb Teyib Erdogan ku ketiye nav krîzeke mezin a aborî, hewl dide peywendiyên xwe bi Erebistan û Îmarat re sererast û xweş bike, lewra Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê bersiva mûşekî û tolhildanê ya komîteyên gelanî yên Yemenê û artêşa Yemenê li hember êrişên Erebistana Siûdî û Îmaratê şermezar kir.

Ev pêngava wezareta derve ya Tirkiyê di demekê de ye ku raporên ajansên Neteweyên Yekbûyî, di nav wan de rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî û UNICEF, derbarê metirsiya komkujî, birçîbûn û karesata mirovî piştî derbasbûna heft salan ser êrîşên destdirêjkerên Erebistana Siûdî û Îmaratî li ser gelê bêparastin li Yemenê hatin weşandin.

Erebistana Siûdî bi piştevaniya Amerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015an ve dest bi êrişa leşkerî bo ser Yemenê û dorpêça bejahî, deryayî û hewayî kiriye.

Şerfiroşiyên Erebistana Siûdî û hevalbendên wê li Yemenê heta niha bûne sedem ku zêdetir ji 16 hezar yemenî şehîd bibin, bi dehan hezar kes jî birîndar bibin û bi milyonan yemenî jî aware û bê mal û war bibin.

Koalîsyona êrîşkar ya Siûdî-Îmaratî roja Duşemê hefteya borî êrîşên xwe li ser bajarên Yemenê bi taybetî li ser Seide û Senayê zêde kirin; Tenê di bombebarana girtîgeha Seideyê de 82 kes mirin û 266 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê destnîşan kir: "Heya ku destdirêjiya li dijî Yemenê dewam bike, bersivên mûşekî yên hêz û komîteyên gelanî yên Yemenê li hemberî zêdebûna van şerûdî û aloziyan dê bidomin."

Hikûmeta AKP-MHPê ya Tirkiyê ji bo derbaskirina qeyranên curbicur ên weke cezayên aborî yên Yekîtiya Ewropayê, cezayên çekan ên Amerîkayê, krîza lêgerîna gazê li herêmên di bin kontrola Yewnanîstanê de û herwiha berdewamiya êrîşên neqanûnî yên li ser Sûriye û Iraqê, hewl dide ji xwe re heval û piştgirên nû peyda bike. Loma bi eşkera pişta neheqiyê digire û li ser xwîna gelê mezlûm ê Yemenê bazarganiyê dike û têkiliyên bi fêde yên bi Erebistana Siûdî û Îmaratê re li hemberî piştgiriya ji gelê mezlûm ê Yemenê tercih dike.

Serepeyv