Şirove - Hegerên nerazîtiya li dijî encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê
Ragihandina encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê tûşî hin nerazîtiyan li nav vî welatî bûye û neraziyan li hin bajaran cade û kolan girêdan.
Ragihandina encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê tûşî hin nerazîtiyan li nav vî welatî bûye û neraziyan li hin bajaran cade û kolan girêdan.
Pêncemîn Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê roja 10ê Cotmehê hat lidarxistin û encama wê ya dawiyê jî ji aliyê Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinê hat ragiahndin. Li gorî vê encamê Tevgera Sedr li nav komên şîe bi zêdekirina 19 kursiyan pêka sala 2014an karî 73 kursiyên parlimanê bi dest bîne û komên nêzikî Heşda Şeibiyê hejmareke zêde ya kursiyên xwe li Parlimanê ji dest dan. Ragihandina encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê li hin bajarên Iraqê tûşî nerazîtiyê bûn. Çend hokar di vî warî da hene.
Hokara yekem nebûna baweriya beşeke civaka Iraqê li hakimiyeta vî welatî ye. Nerazî li ser vê bawerê ne ku lidarxînerên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê ji dijberên Berxwedana Iraqê ne û bi destwerdana di encaman da ji bo lawazkirin an wêdabirina Berxwedanê ji desthilata vî welatî dixebitin. Hegera wan jî ev e ku dewleta niha ya Iraqê di salên borî da gelek kiryar dijî komên berxwedanê pêk anîn û heta hilweşandina Heşda Şeibiyê dişopîne.
Hokara duyem, baweriya neraziyan derbarê destwerdana aliyên biyanî ji wan Amerîka, Rejîma Siyonîst, Brîtanya, Erebistan û Imaratê di hilbijartina parlimanî ya vê dawiyê li Iraqê ye. Ev alî ji dijberên herî girîng ên komên Berxwedanê li Iraqê ne ku di salên dawî da bi hilêxistina tawanên cûr bi cûr hewil dan ku tevî reşkirina navê van koman, wan wek sebebkarê pirsgirêkên niha yên Iraqê bidin zanîn.
Di rastiyê da nerazî dibêjin, gerçî çavdêrên navneteweyî li ser Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê çavdêrî kir, lê hilbijartin di rewşeke edlane da nehatiye lidarxistin, belkî diravine siyasî yên mezin bi armanca derbelêdana li Berxwedana Iraqê li pêvajoya hilbijartinê hatiye mesrefkirin.
Hokara sêyem, nepejirandina vehejmartina dengan li hin bazineyan ji aliyê Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinê ye.
Tevî lidarxistina Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê, wer xuya dike rêberên komên iraqî tevî pejirandina encamên hilbijartinê, hewil didin hogirên xwe bo reftarên aram vexwînin û gotûbêjan ji bo damezirandina fraksiyona mezintir a parlimanî dest pê bikin.
Di vî warî da Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ku 34 kursî bi dest xistine, bi peyamekê bo neraziyan, ew bo kombûnên aram vexwendin û ragihand: "Alozî û ajawegêrî li dijî xwestek û hewildanên me ji bo berfirehkirina ewlehiyê li welêt in."