Hezîran 18, 2021 18:28 Asia/Tehran
  • Raporek derbarê beşdariya rayedar û kesayetiyên Îranê yên siyasî û leşkerî li hilbijartina serokomariya 2021

Rayedar û kesayetiyên Îranê yên siyasî û leşkerî piştî beşdariya li hilbijartina serokomariya 2021 û xistina dengên xwe nav sindoqan û bîr û raya xwe derbarê beşdariya gel anîn ziman.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê "Hesen Rûhanî" îro pişti beşdariya li hilbijartina 13mîn a serokkomariyê, got: "Gel baş dizane ku ev hilbijartin ji bo çarenûsa wan û pergala Komara Îslamî çiqas girîng e."

Rûhanî herwiha hilbijartina serokomariyê hilbijartineke herî girîng ji bo welat bi nav kir û got: "Ez ji milet dixwazim ku girîngî nedin meselên ku di qonaxên berî qeydkirina navê namzetan heya vê demê de hebûne û bi çûyînê ser sindoqên dengan, namzetê xwe hilbijêrin."

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî piştî ku dengê xwe avête sindoqa dengan got: Hilbijartin sermiyana herî girîng a siyasî û civakî ya welêt e.

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha diyar kir ku dê gel wekî her carê li ser sandoqan amade bibin û tekez kir: "Bi beşdarbûna li dengdanê û hilbijartina rast, dê pirsgirêk werin çareser kirin."

Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî jî îro piştî avêtina dengên xwe nav sindoqê li Têhranê got: "Her gavek jibo zêdekirina amadebûn û beşdariya gel di hilbijartinan de wekî sembola demokrasiyê gavek ber bi zêdekirina hêz, otorîte, ewlehî û meşruiyeta pergala îslamî ye. "

General Husên Selamî, Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarê Inqilaba Îslamî jî piştî dengdana xwe ji bo dewra 13-an a hilbijartina serokomariya Îranê got: "Dijmin bi model û şûwaza şer kiriye û bi hilbijartina bi modela şer û cengê li ber vê hilbijartin disekine û astengiyan çê dike, lê gelê birûmet û ezîz ê Îrana Îslamî dê bi dengên xwe dijmin bidin ber topan."

Piştî ku rayê xwe avêt sandoqê, Serfermandarê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebdulrehîm Mûsewî tekez kir ku hilbijartin bi diyarkirina çarenûsa gel û welêt ve girêdayî ye û got: "Beşdariya hilbijartinên serokkomariyê dê çarenûsa neteweya mezin a Îranê ya 4 salên din diyar bike.

"Îbrahîm Reîsî" berbijarê hilbijartina serokomariya 13mîn a Îranê jî piştî beşdarî hilbijartinê got: Ew xwe xizmetkarê hemî gelê Îranê dibîne. Erkê hikûmetê ev e ku ji gel re xizmetê bike,"

Seyd Îbrahîm Reîsî herwiha hêvî kir ku gel dê bi zûtî guhertinê di birêvebirina welêt bibîne.

Ebdul Nasir Himetî, namzetê din ê 13-emîn hilbijartina serokkomariya Îranê jî piştî ku dengê xwe da, got ku heke gel deng jî nedene wî, ew ê dîsa jî ji gel re xizmetê bike û dirûşmên xwe bişopîne.

Himetî herwiha got: "Em ê tecrîdê biyanî li dijî Îranê biqedînin." Gel mafê xwe heye ku di nav xweşî û aştiyê de bijîn. Jiyana gel pirsgirêka min a yekem e û em ê beşdariya gel li qadê jî ji berê zêdetir bikin.

"Seyd Emîr Husên Qazîzadeh Haşimî", berbijarê din ê hilbijartina serokomariyê jî çû herema pîroz ya Îmam Reza (S) li Meşhedê û li wir dengê xwe da û got: "Ji ber ku dengdan karekî pîroz û erkekî olî ye, loma ez hatim vê cihê herî pîroz ji bo dengdanê ku dê bi palpiştiya manewî ya Îmam Reza (S) ev dengên me bi bereket û bibin û bibin sedem ku hukûmetek rast û baş were ser kar.

"Elîreza Zakanî," serokê Navenda Lêkolînê ya Meclisa Civata Şêwra Îslamî ya Îranê û berbijarê îstifakirî yê hilbijartina serokkomariya 13-emîn a Îranê, piştî ku dengê xwe da, ji nûçegihanan re got ku Îmam Xumeynî(RE) baweriya xwe bi demokrasiya olî hebû û hertim digot karbidestên welêt xweliya binê lingê gel in. Îmam Xumeynî (RE) mûyeke serî gelê belengaz û govnişîn jî nedida gelê qesrnişîn.

Ayetullah "Sadiq Amolî Larîcani", serokê Encûmena Diyrakirina Xêr û Kara Komara Îslamî ya Îranê jî piştî beşdarbûna di hilbijartina serokomariyê got: "Çareserkirina pirsgirêkên li Îranê beşdariya herî zêde ya gel li hilbijartinê ye."
Wî her wiha got ku beşdariya bi coş a gel di hilbijartinan de dê otorîte û ewlehiya Îranê zêde bike.

Serepeyv