Nîsan 01, 2021 21:57 Asia/Tehran
  • Guvaşên li dijî HDPê û rewşa Tirkiyê ji zimanê Selahattîn Demîrtaş (Rapor û Hevpeyvîn)

Selahattîn Demîrtaş dibêje, eger ji ber hevbeşiya di proseya çareserkiriyê de HDP bê girtin, pêwîst e AKPê jî bê girtin, ji ber ku Erdogan mixatabê Qendîl û Îmraliyê bû, ne ku HDP.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku niha girtî ye, di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Yenî Yaşam, behsa rojeva Tirkiyê, rewşa HDPê, dawîn pêşhatên siyasî û rewşa xwe û şert û mercên zindanê kir.

Derbarê rewşa tendirustiya xwe de Demîrtaş got, “Ez baş im, divê haya me ji me hebe. Hevşêweyê mijarên din ji ber wê berpirsyariya li beramber xelkê ya li ser milên me, di mijara tendirustî de jî divê em agahdarê xwe bin.”

Demîrtaş derbarê jiyana xwe ya rojane de got, “Li hindûr şansê pêkanîna gelek tiştan nîne. Di piraniya dema xwe de dixwînim û dinivîsim. Herî dawî min Erebê Şemo, Kela Dimdimê û Aganta Burina Burinata xwend. Romanek li ber dest e ku min nû temam kiriye, niha di qonaxa dawîn de ye û dibe vê payîzê belav bibe.”

Selahattîn Demîrtaş di wê baweriyê de ye ku derveyî girtîgehê jî gelek ji hindûr xweştir nîne û xelk di nexweşiyê de ye û li ser vê yekê dibêje, “Di rewşên wiha de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên siyasetmedaran. Bi taybetî opozisyon, divê her roj, her saet hêvî û wêrekiyê li civakê belav bikin. Ev jî tenê bi du rêyan dibe ku yekem, berhemanîna pêşniyazên çareseriya şênber û duyem jî ew e ku em hemû bi hev re li ber xwe bidin.”

Hevserokê berê yê HDPê hewlên girtina HDPê wek pêngaveke çaverêkirî dibîne û dibêje, “Ew diyar bû ku bi guvaşa MHPê û piştevaniya AKPê ew gilî dê bê tomarkirin. Eger Dadgeha Destûra Bingehîn hiqûqê bingeh werbigire, divê pakbûnê pê bide. Lê eger ji ber ku yek ji hevbeşên proseya çareserî bûye HDP tê girtin, divê AKPê jî li gel bê girtin. Ji ber ku tevahiya şandên HDPê di çarçoveya yasaya bi hejmar 6551, li ser daxwaz û piştevaniya Erdogan û hikûmetê serdana Îmrali û Qendîlê kirine. Di rastiyê de yê ku li gel PKK û Ocalan civîn encam didan, ne em bûn, lê Erdogan bû. Me di navbera wan aliyên civîn encam didan de hem asankarî dikir û hem jî me pêşniyazên çareseriyê bi wan didan. Lê em mixatabên Îmrali û Qendîlê nebûn, Erdogan û hikûmet bûn.”

Derbarê wê de ku hikûmet civînên li gel PKKê red dike, Selahattîn Demîrtaş amaje bi wê kiriye ku jibilî civîna Osloyê û civînên li Îmrali û Qendîlê, dewlet û hikûmetê zêdetir ji 10 hevdîtin hebûn ku HDPê ne rol tê de hebû û ne jî hûrgiliyên wan dizanî. Demîrtaş red jî dike, “Ti yek ji wan civînan tawan be” û tekez dike, tometbarkirina HDPê “durûyî û bêrewştî ye.”

Selahattîn Demîrtaş amaje bi wê jî kir, hikûmeta Tirkiyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî cîbicî nake û got, “Em nizanin hikûmet dixwaze çi bike, lê em dê bi piştrastî li dijî wan guvaşan xweragir bin û berxwedanê bikin û mezintirîn baca vê rewşê xelkê me li ser sindoqan dê bo AKPê derxîne.”

Hevserokê berê yê HDPê dibêje, AKPê niha di rewşeke berbelav û di lawaztirîn serdema desthilata xwe de ye.

Serepeyv