Adar 13, 2021 17:03 Asia/Tehran
  • Raporek derbarê rewşa xirab a azadî li Tirkiyê/ ev welat di vî warî de ketiye rêza 146an

Freedom Hause ango Mala Azadiyê rapora xwe ya salane eşkere kir. Li gorî rapora vê saziyê Tirkiye careke din weke ‘Welatên bê azadî’ tê binavkirin. Freedom Hause dide zanîn ku Tirkiye sereketirîn welat e da di 10 salên dawîn de di warê azadiyan de herî zêde paş de çûye. Tirkiye piştî welatê Malî duyemîn welat e ku qada azadiyan herî zêde teng bûye. Tirkiye li hemberî van rexne û raporan bêdeng e û rexneyan jî qebûl nake.

Navê Tirikye careke din li lûtkeya lîsteya welatên ku azadî lê nîn e hate tomarkirin. Freedom Hause ku saziyeke gerdûnî ye û her sal rewşa welatan dinirxîne îsal dîsa rapora xwe eşkere kir û rêza welatan di warê azadî û mafan de eşkere kir. Li gorî rapora îsal, welatê ku di nava deh salan da azadî herî zêde kêm bûne û maf hatine binpêkirin Tirkiye ye. Mala Azadiyê, careke din cihê Tirkiye yê di nava welatên ne azad de dupat kir.

Mehmet Dûrakoglu, Serokê Baroya Stenbolê, dibêje, “Ya rast di rêya ku Tirikye tê re dimeşe de rapora Freedom House ne surprîz e. Ji xwe ji mêj ve ye bi taybetî di warê azadiya derbirînê de paşdeçûnek mezin heye. Di raporên me de jî ew yek eşkere ye. Her ku diçe otorîterîzm bi cî dibe û veduguhêze totalîterîzmê. Ew mixabin rewşeke bi êş e. Tirikye di nava 49 welatan de tê nîşandan ku azadî lê nîn e. Lê baweriya min ew e ku hişmendiya welatiyan ya demokrasiyê heye û ew pêvajoya heyî demkî ye û wê ew pêvajo bi dawî bê.”

Freedom Hause ango Mala Azadiyê ew sazî ye ku lêkolînên di derbarê demokrasî, azadî û mafên mirovan de dike. Di rapora sala 2020an de jî ew sazî dide zanîn ku Tirkiye di warê azadiyan de di nava 195 welatan de di rêza 146an de ye. Herwiha ew sazî diyar dike ku Tirkiye di deh salên dawîn de 31 pile jidest dane û piştî welatê Efrîqayê ango Maliyê di rêza duyem de cîh digire ku qada her cor azadiyan teng bûye.

Faîk Oztrak, Berdevkê CHPê dibêje, “Helbet em jî wê yekê dibêjin ku li Tirkiye hiqûq, azadiyên şexsî û pîvanên demokrasiyê jê diçin. Herwiha ew rewş piştî ku starta avakirina dewleteke şexsî û sîstema wesayetê hate danîn destpêkir. Mixabin ew rewş ji bo vî welatî ramaneke wisa bi xwe re tîne ku kes neyê û li vir veberhênaniyê neke. Helwêsta li hemberî Tirikye xira dike û berîka welatiyên me vala dike.”

Li hêla din di raporê de amaje bi wê jî tê kirin ku Tirkiye li hemberî kurdên mixalîf, saziyên sivîl û rojnamegeran û kesên ku polîtîkayên derve rexne dikin jî givaşên xwe berdewam dike. Herwiha ji bo ku di doza Demîrtaş û Osman Kavala de Tirkiye biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa cîbicî nake, qeyûm li şaredariyan datîne û li zanîngehan jî gavên ne li gor demokrasiyê diavêje rexneyên giran hatine rêzkirin. Li hêla din di raporê de Fînlandiya, Norwêç û Swêd weke welatên herî baş hatine diayrkirin.

Serepeyv