Mijdar 25, 2020 07:30 Asia/Tehran
  • Rapor - 'Amed ji aliyê kesên ji derve hatin tayînkirin ve tê birêvekirin'

Ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) di raporekê da bi pênûsa "Tolga Guney & Cahît Ozbek" nivîsiye: "Amed ji aliyê kesên ji derve hatin tayînkirin ve tê birêvekirin."

Mezopotamyayê (MA) nivîsiye: "Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiya Herêmî û Şaredariyê (Tum Bel Sen) li Amedê Mehmet Candar, diyar kir ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Munîr Karaloglû, ji derve de kesan tayînî şaredariyê dike û got: “Kesên ji derve tên û bajêr nas nakin, wê nekarin pirsgirêkên bajêr jî çareser bikin.”

Vê ajansê nivîsiye: Munîr Karaloglû yê weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) hat kirin, ji bo kadro û xebatên şaredariyê ji derveyî bajêr kesan tayîn dike. Karaloglû tayînkirina van kesên ji derveyî bajêr dewam dike. Karaloglû, ewil ji bo peywira Alîkariya Sekretiya Giştî ya Şaredariya Amedê, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê Ayhan Kardan tayîn kir.

 Karaloglû dûre tayînkirinên ji derveyî bajêr dewam kir. Karaloglû ji bo Serokatiya Daîreya Park Bexçe Ahmet Ozkaraaslan ji Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê anî, ji bo Serokatiya Daîreya Sporê ji Kocaeliyê Mehmet Kesen, ji bo Serokatiya Daîreya Gihandinê ji Antalyayê Hulya Atalay, ji bo Serokatiya Daîreya Çapemeniyê ji Antalyayê Ramazan Kizilkakay, ji bo Serokatiya Daîreya Parastina Derdorê ji Edeneyê Necîm Şeyman, ji bo Miduriyeta Çandê ji Antalyayê Alî Çelîk û ji bo Miduriyeta Pênûsa Taybet jî Mûstafa Çakmak tayîn kirin. 

JI SEDÎ 80’Î JI DERVEYÎ BAJÊR ANIYE 

Karaloglû, herî dawî ji bo Serokatiya Daîreya Tenduristiyê ji Xerpetê Mehmet Kasim Aydin, ji bo Serokatiya Daîreya Jiderkên Mirov û Perwerdê ji Stenbolê Alî Yucel, ji bo Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî ji Afyonê Zekî Karahan, ji bo Serokatiya Daîreya Avadan û Bajarvaniyê ji Mûşê Mehmet Karaaslan, ji bo Alîkariya Sekreteriya Giştî ji Mêrsînê Vedat Gungor, ji bo Serokatiya Daîreya Xizmeta Alîkariyê ji Orduyê Sedat Îpek û ji bo Serokatiya Daîreya Pêşxistina Jêderkê jî  ji Êlih Hayrettîn Bahçivanci tayîn kir. 

Karaoglû, dîsa ji bo gelek miduriyetên beşên şaredariyê ji derveyî bajêr kes tayîn kirine û ji destî 80’î kesên ji derveyî bajêr hatine tayînkirin, bajêr birêv dibin. 

'WELATÎ GILÎDARIN’ 

Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiya Herêmî û Şaredariyê (Tum Bel Sen) Mehmet Candar, bal kişand ser kesên ji derveyî bajêr ji bo şaredariya bajêr hatine dayînkirin û wiha axivî: “Piştî qeyûm hat tayînkirin, ji bo hemû serokatiyên daîreyan kesên ji derve hatin peywirdarkirin. Ji ber vê jî pirsgirêk nayin çareserkirin. Kesên ji derveyî bajêr anîne, wê çawan bi gel re diyalog û têkiliyê danin? Gelo ev kes wê çiqas karibin pirsgirêkên gel çareser bikin? Ji xwe nêrîneke wan a ku pirsgirêkan çareser bikin tuneye. Ji vê rewşê hem kermend û hem jî welatî gilîdar in. Welatî nayin mûxatebgirtin. 

‘MA AMEDIYÊN VÎ KARÎ BIKIN QET TUNEYE?’ 

Candar, pirsa ma li Amedê kesekî ku vî karî bike tuneye kir û got: “Niha ferasetekê ku naxwaze amedî di şaredariyê de bixebitin heye. Li gorî agahiyên ji sendîkaya me re tên, serokên daîreyan zextan li endamên me dikin ku sendîkaya xwe biguherin. Rayeya şaredariyê li gel me ye, lê dema em diçin hevdîtin bikin, em tu mûxatebî nabînin. Dixwazin me pasif bikin û me qebûl nakin. Lê ev pêvajo jî wê derbas bibe. Em qebûl nakin ku kesan ji derveyî bajêr bînin û ji bo serokatiyên daîreyan tayîn bikin.” 

'BI ZORÊ 60 KARKER EMEKDAR KIRIN’ 

Candar, da zanîn ku di bunya agirkujiyê ya şaredariyê de 80 karker hene û wiha bilêv kir: “Dixwazin alîgirên AKP’ê li vê derê bi cih bikin. Dîsa 160 karker di kadrobûyîna karkerên şaredariyê de cih digirtin. Hewl didin van karkeran bi zorê emekdar bikin. Deynên van mirovan hene. Zarokên wan ên dibistanan dixwînin hene. Naxwazin bibin emekdar. Lê dixwazin bi zorê wan bikin emekdar. Ji xwe heya niha 60 karkera bi zarokê kirin emekdar. Divê Hevşaredarên qeyûm tayînê cihê wan hatin kirin, paşve vegerin ser karê xwe. Tekane çareserî ev e. Divê hemû hevalên me yên hatin îxrackirin û ji kar hatin avêtin peywira wan bê îadekirin.” 

 

 

 

Serepeyv