Mijdar 17, 2020 17:57 Asia/Tehran
  • Rapor - Işkence, destdirêjî û binpêkirina mafên mirovan li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê

Mezopotamya: "Rojnamevan Dilşad Cûdî, anî ziman ku Tirkiye û hêzên paramîleter ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûcine pir mezin dikin û got, pêkanînên bi hevkariya DAIŞ û Koma bi navê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyê tên kirin, jiyanê tarûmar dikin."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, bi destê Tirkiye û hêzên paramîlîter sûcên mezin tên kirin. Ji ber van pêkanînan, li van deran jiyan veguheriye dojehê. Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera Çile-Tîrmehê de li Sûriyê hin lêkolîn kiribûn û rapora xwe ya di vî warî de di 15'ê Îlonê de weşandibû. Di raporê de hatibû destnîşan kirin ku komên Tirkiye piştgiriya wan dike, sivîlan direvînin, bi kêfî wan digirin, tecawizê dikin û talanê dikin. Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî par raporek parve kiribû.

Di raporê de hatibû destnîşankirin ku piştî operasyona Tirkiyê li Efrînê 6 hezar û 800 kes hatine revandin, xeber ji 3 hezar û 700 kesî nayê girtin û ji kesên hatine revandina 800 kes hatine îşkencekirin û 500 kes jî bi fîdyeyê hatine berdan û 300 hezar kes jî koçber bûne. Her wiha di raporê de hatibû diyarkirin ku 300 zarok hatine revandin û 66 zarok jî hatine kuştin û 79 kes jî bi îşkenceyê hatine kuştin û tecawizî 65 jinan hatiye kirin û 67 jin jî hatine kuştin. Dîsa di raporê de hatibû gotin ku 268 hezar darên zeytûnan hatine birîn û 41 hezar hektar erdê gel hatiye şewitandin  Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di 10'ê Mijdarê de raporek parve kiribû û di raporê de wiha hatibû gotin: "Li gor rêxistinên mafên mirovan, di ser hezarî re jin hatine revandin. 67 jin hatine kuştin û bi tecawizê re rû bi rû mane. Her wiha zarokên keç bi darê zorê bi çeteyan re hatine zewicandin û gelek malbat jî ji ber zext û zoriyan terka Efrînê kir." 

LI EFRÎNÊ ARAMÎ NEMAYE 

Rojnamevan Dilşad Cûdî ku tiştên li herêmê diqewimin dişopîne, diyar kir ku piştî êrîşa li ser Efrînê zêdetirî 250 hezar kes mecbûr mane ji bajêr derkevin û got: "Tirkiye, tevî çeteyên xwe got 'em ê hizûrê bibin Efrînê' û êrîş kir. Lê belê ji roja bajar hatiye dagirkirin heya niha gelek sûc ên li dijî mirovahiyê hatine kirin. Efrîn berê bajarekî aramiyê bû û bi deh hezaran kesên ji ber şer ji bajarên din ê Sûriyê direviyan dihatin vê derê. Lê belê niha bi navê aramiyê tiştek lê nemaye." 

SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ 

Cûdî, destnîşan kir ku hema bibêje her roj mirov tên kuştin, recandin û bajar tê talankirin û got: "Planên ji bo guherandina demografiyê dewam dikin. Ji bo gelê mayî jî koçber bikin, her tişt tê kirin. Mirov gava diçin nav baxçeyên xwe yên zeytûnan pereyan didin çeteyan, gava zeytûnan berhev dikin jî ji sedî 8 jê di bin navê zikatê de didin çeteyan. Her wiha çete kîjan fiyetî diyar bikin berê xwe jî bi wî fiyetî difiroşin çeteyan. Paşê çete van beran dişînin Tirkiyê û Ewropaê. Nexasim jî difiroşin Almanyayê. Derbarê van tiştan de gelek belge derketin holê." 

GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ 

Cûdî, destnîşan kir ku di nav komên bi navê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyê" de ku li bajêr in, gelek endamên DAIŞ'ê jî hene û ev yek bi delîlan hatiye îspatkirin. Cûdî got: "Ev kes koçberiyê li gelê xwechî ferz dikin. Hema bibêje her roj jin tên kuştin, zaarok û jin tên revandin, sivîl tên revandin û fîdye tê stenadin. Bi vî awayî dixwazin ji welatiyan re bibêjin ku tu ewleyiyek wan tune ye û divê terka warê xwe bikin. Bi vî awayî dixwazin malbatên xwe bînin û demografiyê bi temamî biguherînin." 

‘KABÛS' 

Cûdî, destnîşan kir ku li bajêr bi awayekî sîstematîk polîtîkayên tirkîbûnê tên pêkanîn û got, li dibistanan perwerdehiya bi tirkî heye û li bajêr pereyê tirkî tê bikaranîn û navê gelek deveran jî kirine tirkî.Cûdî got: "Gelek caran mirovên bajêr bi dizîka xwe digihînin me û dibêjin 'Em ne li Sûriyê ne, em li perçeyeke Tirkiyê dijîn.' Dibêjin 'em di nav kabûsekê de ne û em nizanin em ê kengî ji vê kabûsê xelas bibin.' Revandin, kuştin û tecawiz êdî bûye awayekî rûtîn ê jiyanê. Çend roj berê li navçeya Mabadayê 4 ferdên malbatekê hatin revandin. Beleheq û belesebeb wan dibin.

Ev hemû bi delîlên NY'yê û gelek rêxistinên mafên mirovan hatin îspatkirin. Lê belê bêdengiya heyî van pêkanînan zêdetir dike." 

ÎŞKENCEXANEYA TAYBET! 

Cûdî, anî ziman ku li bajêr ji bo jinan girtîgehên taybet hatine çêkirin û ev yek jî di hin raporên mafên mirovan de derketine holê û got: "Li van girtîgehan tenê jin û zarok hene. Tecawizî wan dikin û îşkenceyê li wan dikin. Piraniya van girtîgehan jî ne fermî ne. Li girtîgehên ku li deverên veşarî çêkirin, tecawizî jinan dikin, wan dikujin û îşkenceyê li wan dikin. Di dest me de hejmareke pir zelal tune ye, lê em dizanin ku bi sedan jin di van girtîgehan de ne. Çete gava li derve an jî li malan çav jineke bedew dikevin wan direvînin. Her wiha bi fîdeyeyê revandina jinan jî zêde bûye. Demek berê jinekê bi dizîka dîmenên girtîgehê weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku jin tazî ne. Ev girtîgeh jî di bin kontrola çeteyên mêr de ye. Yanî li Efrînê bi van pêkanînên li dijî jinan mirovahî û jiyan tê kuştin." 

ŞOPÊN DAIŞIYAN 

Cûdî, bilêv kir ku heman tişt li Girê Spî û Serêkaniyê jî pêk tên, lê belê li van her du bajaran rêbazên cuda tên bikaranîn. Cûdî got: "Li vê derê peyman hem bi Rûsyayê hem jî bi Amerîkayê re hat çêkirin. Li gor van peymanan dê êrîş bi dawî bûbûna. Her wiha dê li deverên hatine dagirkirin mafê jiyanê yê welatiyan bihata mîsogerkirin. Dê zext û zorî û îşkence çênebûya. Lê belê tiştên pêk tên berevajî evana ne. Hema bibêje her roj Ayn Îsa, gundên Kobaniyê, Girê Spî û Tiltemir tê bombebarankirin. Di bombeberanê de zarok tên kuştin. Du hefte berê li Eyn Îsayê di bombeberanê de zarokek şehîd bû. Ev jî nîşan dide ku peyman hatiye binpêkirin. Ji sedî 80'yê Serêkaniyê û ji sedî 60'ê Girê Spî mecbûr man terka warê xwe bikin." 

Cûdî, bilêv kir ku tiştên li van deran pêk tên rêbazên DAIŞ'ê ne û got: "Deverên ku DAIŞ'î lê ne derketina derve ya jinan qedexe ye. Dixwazin jin li gor qayde û qanûnên wan kincan li xwe bikin. Herî dawî di dema rageşiya di navbera Fransa û Tirkiyê de li van her du bajaran alaya DAIŞ'ê hat vekirin. Kesên tim dibêjin em li dijî terorê ne, hela bila mêze bikin bê kî teror e? Hem li wir bi cih bûn hem jî bêtirs alaya xwe vedikin." 

Her wiha Cûdî, destnîşan kir ku li her du bajaran jî mal û milkên welatiyan bênavber tên xespkirin û got, li van deran êdî nan û ev bûye tiştekî luks, bi zor tên peydakirin. 

ŞERÊN TALANKIRINÊ 

Cûdî, diyar kir ku hêzên paramîlîter tim ji bo parvekirina xenîmetê pev dikevin û got: "Hatiye asteke werê ku çeteyek dikare biçe cem malbatekê û jê re bibêje derkeve êdî ev xanî yê min e.

Dîmen ji me re tên, li ser xaniyan hatiye nivîsandin ku ev xanî aydê filan komê ye. Mesela çeteyên ku çûne mala bijîşkê bi navê Mistefa, ji bo xanî pev ketine û ji hev 3 kes kuştine. Ji bo tiştên talan kirine, dest danîne ser wan û dizîne şer dikin. Li hin deveran jî ji bo kontrolkirina noqteyan bi hev dikevin. Ji lewra li van noqteyên kontrolê şêlankariyê dikin. Ji bo noqteya kontrolê ya di navbera Serêkaniyê û Tilxelefê bi dehan caran pev ketin. Di meseleya Lîbya û Qerebaxê de jî pev ketin. Gava hin koman gotin dê neçin, ew û yên xwestin biçin pev ketin. Her wiha dewleta tirk jî wan bera hev dide." 
 

Serepeyv