Deryadar Uzmayî: Rastî di qadê da ye ne di axiftinên amerîkiyan de
Fermandê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî got: Tengerêya Hurmizê girêdayî ye û divê meriv rastiyan di qadê de bibîne ne di daxuyanî û axiftinên rayedarên Amerîkayê de.
Deryadar Uzmayî got: Tengerêya Hurmizê girêdayî ye û serdestiya Îranê li ser liv û tevgeran tam û vebirr e. Fermandê Hêza Deryayî ya Sipahê pêgîrî kir: Ti liv û tevgerek di Tengerêya Hurmizê de ji ber çavên şervanên Hêza Deryayî ya Sipahê dûr namîne. Di eynî demê de Mihemed Muxbir, şêwirmendê rêberê qedirgiran ê Şoreşa Îslamî di rûpela xwe ya di tora civakî de nivîsî: Rêya herî mayinde ya serûberiya nû li navçê, cihanîna mêkanîzma Hurmizê ye. Wî pêgîrî kir: Stratêjiya vebirr a rêbertiyê li ser bingeha gurrbûna şêrr a di dema ku şert û mercên Îranê serê xwe negirin, bêguman hevkêşiyaên hêzê di cîhanê diguherîne. Muxbir destnîşan kir: Bi îsbatkirina lawaziya Amerîkayê di parastina hevgirtiyên xwe li Kendava Farsê, rêya herî mayinde ya serûberiya nû ya li navçê, cihanîêna mêkanîsma aborî û ewlehiyê ya Hurmizê sida ji garantiya leşkerî ya Waşîngtonê ye.