Teniştoka Eraqçî li Trump; Em ê bi însaftir bin
Seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê di berteka li himberî Serokkomarê Amerîkayê ku daxwaza wergirtina sedî 20 bacên gumrukê û xeramê ji tengerêya Hozrmê kiriye, teniştokek li vî da û got:Em ê bi însaftir bin
Trump ku pêştir dijberê wergirtina bacê ji bo derbasbûna gemiyan ji tengerêya Hormizê ji aliyê Îranê bû ragihand ku dixweze jibo dabînkirina ewlehiya tengerêya Hormizê, sedî 20 ê gişt barên gemiyan bistîne. Seyd Ebas Eraqçî jî di peyamekê de li ser tora civakî ya X`ê di vê barê de nivîsî: Serokkomarê Amerîkayê tam rast dibêje her aliyê ku ewlehiya derbasbûna keştiyên bazriganî ji tengerêya Hormizê dabîn dike, hêjayî wergirtina perê vê xizmetguzariyê ye.
Wî her wiha got: Îran her tim parêzvanê ewlehiya tengerêya Hormizê bûye û dê her tim jî wisa bimîne.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir: Helbet sedî 20 reqemeke zêde ye lê em ê bi însaftir bin.