Wezareta Karên Derve derheq binpêkirina Lêktêgihîştina Îslamawayê ji aliyê Amerîkayê va daxuyaniyek da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358836-wezareta_karên_derve_derheq_binpêkirina_lêktêgihîştina_Îslamawayê_ji_aliyê_amerîkayê_va_daxuyaniyek_da
Wezareta Karên Derve ya Îranê, bi daxuyaniyekê kiryara Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê ya betalkirina rawestandina demkî ya cezayên firotina nifta Îranê wek mînaka binpêkirina eşkere ya benda 10ê ya lêktêgihîştina Îslamawayê zanî û ragihand ku dûhatên vê bêsoziyê ser ustiyê Amerîkayê ne.
(last modified 2026-07-08T14:30:48+00:00 )
Tîrmeh 08, 2026 15:10 Asia/Tehran
  • Wezareta Karên Derve derheq binpêkirina Lêktêgihîştina Îslamawayê ji aliyê Amerîkayê va daxuyaniyek da

Wezareta Karên Derve ya Îranê, bi daxuyaniyekê kiryara Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê ya betalkirina rawestandina demkî ya cezayên firotina nifta Îranê wek mînaka binpêkirina eşkere ya benda 10ê ya lêktêgihîştina Îslamawayê zanî û ragihand ku dûhatên vê bêsoziyê ser ustiyê Amerîkayê ne.

Wezareta Karên Derve ya Îranê, bi daxuyaniyekê, kiryara Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê ya betalkirina rawestandina demkî ya cezayên firotina nifta Îranê, ku mînakeke binpêkirina eşkere ya benda 10ê ya lêktêgihîştina bidawîhatina şêrr a roja 18ê Hezîrana 2026an e, bi tundî şermezar kir û berpirsiyariya dûhatên vê peymanşikandinê li ser milê hikûmeta Amerîkayê da zanî.

Di vê daxûyaniyê da hatiye: “Di rewşekê da ku kêmtirî 20 roj ji îmzekirina Lêktêgihîştina Îslamawayê derbas bûne, ragihandina betalkirina destûra giştî ya ku di 21ê Hezîranê da hatibû derxistin, nîşaneke din a niyetxirabî, bêîstîqrarî û pêbawernebûna taqima hikûmdar a Amerîkayê ye. Ev yek di halekî da ye ku di 20 rojên derbasbûyî da, Amerîkayê rasterast an jî bi rêya kiryarên Rejîma Siyonîst ên li dijî Libnanê, bi caran binpêkirinên biçûk û mezin ên bendên cûrbecûr ên lêktêgihîştinê pêk anîne.”

Vê daxuyaniyê ragihandiye: “Komara Îslamî ya Îranê ji roja îmzekirina lêktêgihîştina 18ê Hezîranê va, bi niyetpakiya tam û bi bikaranîna hemî şiyanên xwe, ji bo bicihanîna sozên xwe li gorî lêktêgihîştinê hewil daye.”