Serfermandarê Artêşa Îranê: Gelê Îranê ne yê teslîmbûnê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358712-serfermandarê_artêşa_Îranê_gelê_Îranê_ne_yê_teslîmbûnê_ye
Serfermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de got: Gelê Îranê dê li himberî dijminan teslîm nebe.
(last modified 2026-07-02T14:16:46+00:00 )
Tîrmeh 02, 2026 17:20 Asia/Tehran
  • Serfermandarê Artêşa Îranê: Gelê Îranê ne yê teslîmbûnê ye

Serfermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de got: Gelê Îranê dê li himberî dijminan teslîm nebe.

Serleşker Hatemî bal kişand  ser şehîdbûna Rêberê Têkoşer ê Şehîd ê Şoreşê bi destê Amerîka û rejîma Siyonîst û ev bûyer wekî xisareke mezin jibo gelê Îranê, cîhana Îslamê û azadîxwazên cîhanê da zanîn û got: Dijmin wer dizanîn bi vê kiryarê dikarin vîna gelê Îranê û rihê Berxwedanê têk bibin, lê encama vê cinayetê, zêdebûna hevdengî, yekitî û vîna gelê Îranê bû. Wî, rêberê têkoşer ê şehîd ê Şoreşê sembola wêrektî, besîret û berxwedana li himberî îstikbara cîhanî da zanîn û got ku ew heta dawiîn kêliyên temenê xwe, berevaniya armancên şoreşê û bereya berxwedanê kir û mîrateyeke mayînde ji berxwedan û serbixwetiyê jibo gelê Îranê û hemî azadîxwazên cîhanê bi cih hişt. Serfermandarê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, beşdarbûna bi coş a gel li mersima oxirkirinê wekî nûkirina soz û peymana bi rê û armancên rêberê şehîd û wekî peyameke zelal bo dijminan wesif kir û  tekez kir ku rêya berxwedanê dê bê vîna gelê Îranê û di bin rêbertiya cîgirê wî bi hêz û qawet berdewam bike.