Eraqçî peyamek bo merasima rêzgirtina şehîdên kîmyayî yên Serdeştê şand
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: ``Em li civatên navneteweyî, şopandina karesata bombebarana Serdeştê didomînin.``
Ebas Eraqçî di peyamekê da bi boneya salvegera bombebarana kîmyayî ya Serdeştê got: ``Me ji her hewlekê ji bo nasîna rehendên mirovî, civakî, hiqûqî û mirovdostane yên karesata bombebarana bajarê Serdeştê li civatên navneteweyî dest bernadaye û dê bernedin jî.`` Eraqçî Serdeşt wek sembola mezlûmiyeta qurbaniyên çekên kîmyayî da zanîn û li ser pêwîstiya bersivdêrkirina sebebkarên vê tawanê tekez kir. Kazim Xerîb-Abadî, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di warê hiqûqî û navneteweyî da jî got: ``Serdeşt tenê qurbaniya bombeyên kîmyayî nebû; ew qurbaniya standardên ducûre û bêdengiya welatên wekî Almanya, Amerîka, Brîtanya û Holendê bû ku rejîma Seddam bi van çekên dijemirovî pirrçek kirin û dû ra, çavên xwe li ser êşa bi hezaran qurbaniyan girtin.`` Wî got: ``Em berpirsiyariya sebebkarên vê tawanê bi awayekî ciddî dişopînin.``