Muzakireyên dawîn mane ser cihanîna xalên pêncqulî yên lêktêgeheştinê
Berdevkê wezareta karên devre ya Îranê got: Muzakireyên dawîn ên bi Amerîkayê re mane ser cihanîna xalên pêncqulî yên lêktêgeheştinê.
Îsmaîl Beqayî li bara muzakireyan got: Anegorî xala 13`an a lêktêgeheştinê, destpêbûna muzakireyan ji bo hevhatina dawîn maye ser destpêbûn û berdewambûna cihatina sozên aliyê hember anegorî xalên 1, 4, 5, 10 û 11`an. Beqayî got: Biryar e di van muzakireyan de hin daxwazên me li ser cihatina sozên aliyê hember hebin û were kivşkirin ka aliyê hember dil heye çawan sozên xwe cih bîne. Berdevkê wezareta karên derve got: Eva mercek e ku ji ber pêbendnemana aliyê hember hîna serê xwe negirtiye û ev sefera tam ji bo diyarbûna çawaniya cihatina van sozan pêk hatiye. Beqayî herwiha got: Xala yekê ya lêktêgeheştinê, yanî bidawîhatina şerê di hemû bereyan ji wan Libnanê de, istûna herî sereke ya sozên dualî ye.