Taqima mizakereker a Komara Îslamî ya Îranê gihîşte Swîsê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358564-taqima_mizakereker_a_komara_Îslamî_ya_Îranê_gihîşte_swîsê
Taqima mizakereker a Komara Îslamî ya Îranê, bi serokatiya Mihemed-Baqir Qalîbaf, ji bo şopandina bicihanîna erk û sozên aliyê din di lêktêgihîştinnameya Îslamawayê da, derbasî Swîsê bû.
(last modified 2026-06-21T14:24:54+00:00 )
Hezîran 21, 2026 17:41 Asia/Tehran
  • Taqima mizakereker a Komara Îslamî ya Îranê gihîşte Swîsê

Taqima mizakereker a Komara Îslamî ya Îranê, bi serokatiya Mihemed-Baqir Qalîbaf, ji bo şopandina bicihanîna erk û sozên aliyê din di lêktêgihîştinnameya Îslamawayê da, derbasî Swîsê bû.

Taqima mizakereker a Komara Îslamî ya Îranê, di gotûbêjên pêş da, dê awayê bicihanîna erk û sozên ku di lêktêgihiştinnameya Îran û Amerîkayê da hatine nivîsandin, bişopîne. Mihemed-Baqir Qalîbaf, Serokê Taqima Komara Îslamî ya Îranê; Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve; Elî Baqerî Kenî, Alîkarê Navdewletî yê Sekreterxaneya Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî; Evdinnasir Himmetî, Serokê Banka Navendî; Hemîd Bord, Alîkarê Wezîrê Niftê û Serokê Şirketa Niftê ya Neteweyî ya Îranê; Kazim Xerîb-Abadî, Alîkarê Hiqûqî û Navdewletî yê Wezîrê Karên Derve; û Îsmaîl Beqayî, endamên taqima Îranê ya ku çûye Swîsê, pêk tînin.

Eva di halekî da ye ku Cîgirê Serokkomarê Amerîkayê jî vê sibehê, çûye Swîsê. Wî derbarê sefera xwe ya Swîsê da got: “Dibe ku ev mizakere, du rojan biajo. Mijarên navokî û Libnanê, dê yek ji girîngtirîn mihwerên gotûbêjan bin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, berîya birêktina taqima Îranê bo Swîsê, tekez kiribû: “Ev sefer, nayê wateya destpêkirina qonaxa duyem a mizakereyan, ji bo bidestxistina lihevkirineke dawî. Armanca sereke ya wê, daxwazkirina bicihanîna erk û sozên aliyê din e.”

Beqayî herwiha got: “Destpêkirina mizakereyan ji bo lihevkirina dawî, bi bicihanîna erk û sozên ku di bendên 1, 4, 5, 10 û 11’ê lêktêgihîştinnameyê da hatine nivîsîn va girêdayî ye. Îran heta niha, şahidê bicihanîna tam a van erk û sozan nebûye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, tevî amajeya bi berdewamiya êrişên Rejîma Sîyonîst li ser Libnanê, ragihand: “Erka Amerîkayê bû ku vê rejîmê neçar bike ku êrişan rawestîne. Lê di bicihanîna vê erk û sozê da têk çûye. Ev rewş, binpêkirineke eşkere ya lêktêgihiştina agirbestê ye.”

Ev mizakere, di halekî da têne lidarxistin ku Îranê, duh, wek bersiva li hember binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Sîyonîst va û berfirehbûna êrişan li ser Libnanê, Tengerêya Hormizê girtiye. Tenê saetekê piştî girtina Tengerêya Hormizê, Netanyahû û Wezîrê Şêrr ê Rejîma Sîyonîst, fermana rawestandina êrişan li ser başûrê Libnanê dan.