Iraqçî: Maf, mezinatî û şerafeta me nayê bazarîkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358321-iraqçî_maf_mezinatî_û_şerafeta_me_nayê_bazarîkirin
Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî beşdariya berfireh a xelkê di meşa 22`ê Behmenê ya 1404`an a Koça Tavî(2026) kir û got: Di roja Çarşemiyê careka din bi mîlyonan îranî nîşan dan ku Maf, mezinatî û şerafeta me nayê bazarîkirin.
(last modified 2026-02-12T12:15:03+00:00 )
Sibat 12, 2026 17:41 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Maf, mezinatî û şerafeta me nayê bazarîkirin

Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî beşdariya berfireh a xelkê di meşa 22`ê Behmenê ya 1404`an a Koça Tavî(2026) kir û got: Di roja Çarşemiyê careka din bi mîlyonan îranî nîşan dan ku Maf, mezinatî û şerafeta me nayê bazarîkirin.

Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê, di X`ê de nivîsî: Bi mîlyonan îranî daketin kolanan ta ku salvegera 47`an a ya ku lêkolîner Şoreşa Mezin a di sedsala 20`an de bi nav dikin, bi bîr bînin, wisan ku careka din bi mîlyonan îranî nîşan dan ku Maf, mezinatî û şerafeta me nayê bazarîkirin.

Iraqçî herwiha pêgîrî kir, tercîha Îranê hertim dîplomasî bûye û gihîştina li hevhatinekî li ser bernameya navokî ya Îranê pêkan e lê tenê bi mercê ku adilane û hevseng be. Di vê rêyê de em ê bi her awayî berevaniya hakimiyeta xwe bikin.