Desteserkirina 11 endamên koma terorîst a PJAKê li parêzgeha Kirmaşanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358257-desteserkirina_11_endamên_koma_terorîst_a_pjakê_li_parêzgeha_kirmaşanê
Fermandeyê Biryargeha Necefê- Eşref a Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî got: Di encama serdestbûn u haydarîya pasdarên bênavunîşan ên Rêxistina Itilaatê ya parêzgeha Kirmaşan u Biryargeha Necef- Eşrefê da, 11 serkirdeyên navxweyî yên koma terorîst a PJAKê hatin girtin.
(last modified 2026-02-08T11:59:15+00:00 )
Sibat 08, 2026 14:40 Asia/Tehran
  • Desteserkirina 11 endamên koma terorîst a PJAKê li parêzgeha Kirmaşanê

Fermandeyê Biryargeha Necefê- Eşref a Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî got: Di encama serdestbûn u haydarîya pasdarên bênavunîşan ên Rêxistina Itilaatê ya parêzgeha Kirmaşan u Biryargeha Necef- Eşrefê da, 11 serkirdeyên navxweyî yên koma terorîst a PJAKê hatin girtin.

General Muhsin Kerîmî got: Ew kesana ku endamê teşkîlkata navxwe ya koma terorîst a PJAKê bûn, di çarçova 2 şaneyên rêxistinkirî da çalak bûn û bi peywendîya rasterast a tev endamên vê komê, dil hebûn karên têkderane bikin û ewlehîya gel têk bibin ku berî vê yekê hatin naskirin û desteserkirin.

Fermandeyê Biryargeha Necefê- Eşrefê pêgirî ser şopandina berdewam a liv u tevgerên dijminan kir u got: Hêzên Lêzanîn û Ewlehîyê bi awayekî berdewam hemî liv u tevgerên dijî ewlehîyê dişopînin u em kesên ku dil hene dijî ewlehî û asayişa gel rabin hişyar dikin ku dê himber wan serederîyeke tund were kirin.