Têhranê destdirêjîya ser binkeya NY ya li Qudsa dagirbûyî şermezar kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amajeyî berdewambûna qirrkirina filistînîyan u kiryara Rejîma Sîyonîst a xirabkirina binkeya Ajansa Alîkarîgîhandin u Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) kir u ew kara cinayeta di çarçova bêparkirina gelê Filistînê ji xizmetguzarîyên herî kêm u berayî yên merivdostane zanî û piştgirên Rejîma Sîyonîst nemaze Amerîka, Ingilîs û Alman şirîkê vê cinayetê zanîn û ev destdirêjîya bi tundî şermezar kir.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê qirara pêwîstîya parastîbûna avahî, milk u karmendên NY anegorî belgeyên navdewletî bi bîr xist û got: Êrişa ser binkeya UNRWAyê û dagirkirina avahîyên vê dezgehê, sûc û destdirêjîya bêmînak ser NY tê hesêb ku pêwîst e civaka navdewletî bi awayekî berpirsane himber vê yekê bertekê nîşan bide.