Desteserkirina terorîstan li parêzgehên Îlam u Sîst u Belûçistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358021-desteserkirina_terorîstan_li_parêzgehên_Îlam_u_sîst_u_belûçistanê
Dayra Itilaatê ya parêzgeha Îlamê ragihand ku çend terorîstên çekdar li vê parêzgehê hatin desteserkirin.
(last modified 2026-01-21T12:36:30+00:00 )
Çile 21, 2026 14:05 Asia/Tehran
  • Desteserkirina terorîstan li parêzgehên Îlam u Sîst u Belûçistanê

Dayra Itilaatê ya parêzgeha Îlamê ragihand ku çend terorîstên çekdar li vê parêzgehê hatin desteserkirin.

Dayra Itilaatê ya parêzgeha Îlamê ragihand: Wan terorîstana di 8ê Çillê da welatîyên sivîl u hêzên emnî li şarên Serable, Asimanabad, Helîlan, Erkevaz- Melekşahî u Abdananê dabûn ber gulleyan ku di encamê da hin kes hatin şehîdkirin u birîndarkirin. Têkdana mal u milkên giştî u hikûmî, şewitandina bankan û nivîsgeha Pêşnimêjê Înîyê û mizgevta şarê Serablê, daxistina cadeyan, xwerakêşana bi çekê u gefxwarina hibmer esnafan ji karên din ên wan terorîstana bûne. Dema lêgerîna li veşartgeha van şerûtên çekdar da hêzên emnî dest danîn ser 19 çekên nêçîrkirin u cengê, 3 narincokan, 76 Koktel Molotofan u çend cure kêr u şokeran.

11 kes ji endamên tîmeke terorîst u tekfirî jî di encama 3 operasyonên hevpar ên Biryargeha Qudsê ya Sipahê, Dayra Itilaata Parêzgeha Sîstan u Belûçistanê û Fermandetîya Hêza Berevanê Ewlehîya Bajêr hatin desteserkirin u serkirdeyekî operasyonê yê vê tîma terorîst û tekfîrî bi navê Gulmihemed Şahozêhî di encama pevçûna himber hêzên beevanê ewlehîyê da hat kuştin. Wan terorîstana dil hebûn ku operasyona terorîstî li parêzgeha Sîstan u Belûçistanê li dar bixin. Hemnî u berevanê ewlehîyê yên Îranê dema lêgerîna li veşartgeha van terorîstana jî, dest danîn ser RPGyekê, 24 gulleyên RPGyê, 2 Keleşkofan u hejmareke fîşekan u hin rext u alavên çêkirina bombeyan.