Larîcanî: Taktîka dijmin ji şerê bi çekan guherîye birêxistina ajaweyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i357871-larîcanî_taktîka_dijmin_ji_şerê_bi_çekan_guherîye_birêxistina_ajaweyê
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê derbara bûyerên vê dawîyê da got: Taktîka dijmin ji şerê bi çekan guherîye birêxistina ajaweyê u dijmin nika dibêjin ku em qeyraneke civakî yan gêreya terorîstî birê bixin u paşê jî dest bi operasyona leşkerî bikin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Çile 10, 2026 13:47 Asia/Tehran
  • Larîcanî: Taktîka dijmin ji şerê bi çekan guherîye birêxistina ajaweyê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê derbara bûyerên vê dawîyê da got: Taktîka dijmin ji şerê bi çekan guherîye birêxistina ajaweyê u dijmin nika dibêjin ku em qeyraneke civakî yan gêreya terorîstî birê bixin u paşê jî dest bi operasyona leşkerî bikin.

Elî Larîcanî di hevpeyvînekê da dîyar kir ku ajaweyên vê dawîyê li Îranê berdewamîya şrê danzderojî in, got: Em di nav şêrr da ne, ji ber ku piştî şerê hanê ne agirbesek pêk hat u ne jî aştîyek. Agirbes bi vê wateyê ye ku hin qirar hebin u her du alîyên wê ewê erê bikin, lê tişteke wiha neqewimî.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got: teorîya dijmin ev e ku destpêkê operasyona leşkerî li dar bixe û paşê jî qeyrana civakî. Ev rêbza dijmin cara buhurî bi saya amadebûn u hevgiritna gel hat pûçkirin.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê herwiha got: Alîyê herî girîng ê li pişta ajaweyên vê dawîyê yên li welêt Rejîma Sîyonîst e ku helbet bi alîkarîya zirrbabê xwe yanî Amerîkayê ji bo birêxistina ajaweyê l iîranê zemînesazîyê dikin.