Iraqçî: Em piştgiriyê didin rawestandina jînosayda li Xezzeyê
Wezîrê derve yê Îranê got: Îran hertim piştgirî daye rawestandina jînosayda li Xezzeyê, bidestxistina mafên gelê Fiistînê û şandina alîkariyên mirovheziyê.
Seyd Ebas Iraqçî, Wezîrê derve yê Îranê di gotûbêjeke televîzyonî tekezî ser piştgiriya Îranê ji rawestandina jînosayda li Xezzeyê kir û got: Em piştgiriyê didin her kiryara ku bibe sedema rawestandina cinayetên rejîma Siyonîst û dayîna alîkariyê ji bo gelê Xezzeyê. Di heman demê de, derbarê xiyanetên Rejîma Siyonîst hişyarî da û got ku ti bawerî bi vê rejîmê tune.
Iraqçî îdiayên vê dawiyê yên rayedarên Amerîkayê ji wan Donald Trump, red kir û diyar kir: Îranê ji bilî mijara navokî ti muzakire bi Amerîkayê re nekiriye û plana bi navê Îbrahîm tam red dike û wê dijî armancên gelê Îranê dizane. Wezîrê Derve yê Îranê got: Di muzakirên vê dawiyê li Newyorkê de, Îranê hinek pêşniyarên mantiqî û hevseng pêşkêş kirin, lê zêdexwaziyên Welatên Rojavayî bûn sedem ku gotûbêj neghêjin encamekê. Wî tekez kir ku Îran dê ji mafê xwe yê zengînkirina oranyomê paşde venekişe û muzakire tenê dema ku ew li ser bingeha wekhevî û rêzgirtina dualî bin dikarin serê xwe bigrin. Iraqçî her wiha derbarê hevkariya bi Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomî re got: Peymana Qahirê niha hatiye rawestandin, lê hevkariyên ku ser xêra welêt bin dê berdewam bikin. Wezîrê Derve yê Îranê bertek nîşanî helwestên vê dawiyê yên Konseya Hevkariya Kendava Farsê û Yekîtiya Ewropayê da û tekez kir: Sê giravên Tunba Mezin, Tunba Biçûk û Ebû Mûsa beşek cudanebûyî ji axa Îranê ne û mafê kesî tune ku heta îdîayek piçûk jî li ser yekparçetyiya axa Îranê bixe rojevê.