Cotmeh 12, 2025 16:29 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Agirbesa Xezzeyê têkçûna Siyonîstan piştrast kir

Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Agirbesê Xezzeyê mora têkçûnê li bernameyên Serokwezîrê qirêj ê Rejîma Siyonîst xist; dewlet û dadgehln navneteweyî bila mehkemekirina hokar û sebebkarên tevkujiyê li Xezzeyê bişopînin.

Mihemed-baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Di destpêkê da ez tekeziyê li ser vê yekê dikim ku Komara Îslamî ya Îranê pişta her însiyatîvekê ku cinayet û jînosaydê li Xezzeyê bi dawî bîne û ji aliyê gelê Filistînê jî were piştgirîkirin, digire. Rawestandina hertimî ya vê tevkujiyê, bidawîanîna destdirêjiya ser Xezzeyê û dagirkirina wê, paşvekişîna ji dagirkeriyê û rakirina dorpêçê, vekirina derbasgehan û hatina bêastengî ya madeyên xorakî, derman û kelûpelên din ên bingehîn bo Xezzeyê ji xwestekên bilez ên gelê Filistînê û komên berxwedanê ye ku Komara Îslamî ya Îranê jî tekeziyê li ser wê yekê dike.

Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê jî di heyama du salên derbasbûyî da hertim di civînên navneteweyî da ji bo pêkanîna agirbesê û rawestandina jînosaydê li Xezzeyê, bi hevkairya hemî welatên cîhanê bi taybet parlimanên cîhana îslamê hewl daye.

Serepeyv