Eraqçî: Divê biryrnameya 2231ê, 18 Cotmehê biqede
Seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê karên Derve yê Îranê di hevdîtina bi Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY tekez kir ku biryarnameya 2231 û hemî sînorên texmînkirî yên têkildarî mijara navokî ya Îranê divê di dema biryarkirî angu 18 Cotmehê bi dawî bibe.
Wezîrê karên Derve yê Îranê di hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê NY her wiha bal kişand ser destdirêjiya leşkerî ya Rejîma Siyonîst û Ameîkayê ser yekperçetiya erdê û serweriya neteweyî ya Îranê di nava muzakirên dîplomatîk weke binpêkirina eşkere ya mafên mirovan û peymana NY û wekî xeyaneta li dîplomasiyê da zanîn û ser pêwîstiya berpisiyarbûna aliyên destdirêjker tekez kir.
Sekreterê Giştî yê NY di vê hevdîtinê de tekezî ser giîngiya pabendbûna hemî aliyan li dîplomasiyê jibo çareserkirina mijarên navneteweyî kir û amadebûna nivîsgeha NY jibo her cure alîkariya derbarê mijara navokî ya Îranê ragehand.