Iraqçî: Berxwedana gelê Filistînê hêjayî pesndayînê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di hevdîtina bi komek endamên konseya rêberî û polîtboroya Hemasê re, pesna berxwedana efsaneyî ya gelê Filistînê li hember cinayetên bêhempa yên Rejîma Siyonîst da.
Xelîl Heyye, endamê polîtbîro û berpirsê tevgera Hemasê li Xezzeyê û komek ji endamên konseya rêberî ya tevgerê bi Seyid Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê re ku sefera Dohayê kiriye hevdîtin pêk anîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê hevdîtinê de, pesna berxwedana efsaneyî ya gelê Filistînê li hember cinayetên bêhempa yên Rejîma Siyonîst da û tekezî ser helwesta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê di warê piştgiriya ji berxwedana rewa û qanûnî ya gelê Filistînê dijî dagirkeriyê heta bidestxistina tam a mafên gelê Filistînê kir.
Iraqçî bal kişand ser berfirehbûna cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û Rexê Rojavaya Çemê Urdinê ji wan sepandina birçîbûn û xelayê ser xelkê bêguneh ê Xezzeyê û kuştina jin û zarokan di nav rêzên belavkirina xwarekê de û belavbûna pêla nerazîtî û kombûnan li welatên curbicur ên cîhanê bona protestokirina cinayetên Rejîma Siyonîst nîşana eşkere ya şiyarbûna civaka cîhanî li hember jînosayda li Filistîna dagirkirî da zanîn û ser pêwîstiya berdewamiya pêngava hevaheng a welatên îslamî ji bo rawestandina jînosaydê û cezakirina serkirdeyên rejîma cinayetkar a siyonîst tekez kir.