Rêkarên Îranê ji bo pêkanîna aştiyê û garantîkirina derketina tam a hêzên dagirker ji Xezzê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna awarte ya Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de 3 rêkar ji bo pêkanîna aştiyê û garantîkirina derketina tam a hêzên dagirker ji her bihostake axa Xezzê raber kirin.
Seyîd Ebas Iraqçî di civîna awarte ya Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî, derbarê rewşa Xezzeyê de, got: Ji bo pêkanîna aştiyê û misogerkirina vekişîna tam a hêzên dagirker ji Xezzeyê, divê em bi micidî hemî amûrên siyasî, aborî û qanûnî, ji wan boykot an zexta navneteweyî ya hevaheng , seferber bikin.
Wî her wiha got: Divê em bi hevkariya hev li hember hikûmetên ku rejîma dagirker çekdar dikin, ji vê rejîmê li himberî şermezarkirinên navnewetî berevaniyê dikin û edaletê vêto dikin, bisekinin. Ew ji bêalîbûnê pir pir dûr in, her çend bêalîbûn li hember cinayetê, ne bêalîbûn e, belku curek hevkarî ye.
Wezîrê Derve yê Îranê got ku divê em demlidest hemî têkiliyên xwe bi qatilên xwişk û birayên xwe yên li Xezzeyê re qut bikin, kesên ku îro xewna pêkenî ya Îsraîla Mezin di mejiyê xwe de hene.
Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Di dewama rawêjkariyên xwe yên dîplomatîk li kêleka civîna awarte ya Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî li Cedeyê, bi Feysel bin Ferhan, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Di vê hevdîtinê de, her du aliyan tevî lêkolîna li ser dawîn alûgurênyên herêmî û navneteweyî, bi taybetî rewşa dilnigeranker a Xezzeyê û cinayetên berdewam ên rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê û pêwîstiya hewahengiya zêdetir di navbera welatên Îslamî de tekez kirin û gotin ku divê bi lez ew destwerdan rawestin, alîkariyên mirovî derbas bibin û li hember projeyên xeternak ên vê rejîmê bisekinin.
Her du aliyan her wiha tekezî ser rola girîng a hevkariyên Îran û Erebistanê di warê xurtkirina aramiya herêmî û avakirina rêziknameyekê ser bingeha diyalog, rêzgirtina hevbeş û destwerdan nekirina di karûbarên navxweyî yên welatan kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê her wiha li kêleka civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî li Cedeyê bi hevtayên xwe yên Tirkiyê, Behrêyn û Pakistanî re gotûbêj pêk anî. Di van civînan de, tekezî ser pêwîstiya çalakiyên komkî, hewaheng û bilez ên welatên Îslamî ji bo rawestandina êrişan, rakirina dorpêçê, lezandina gihandina alîkariyên mirovî û rawestana li himber planên rejîma Siyonîst li herêmê hate kirin.