Hatin û çûyîna 139 hezar beşdarên Erbe`înê ji sînorê Temerçînê va
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355797-hatin_û_çûyîna_139_hezar_beşdarên_erbe_înê_ji_sînorê_temerçînê_va
Parêzgarê Azerbaycana Rojava ragihand: Hejmara beşdarên Erbe`înê ku ji sînorê Temerçînê va derbas bûne, anegorî sala buhurî sedî 27 zêde bûye.
(last modified 2025-08-17T10:48:57+00:00 )
Tebax 17, 2025 14:09 Asia/Tehran
  • Hatin û çûyîna 139 hezar beşdarên Erbe`înê ji sînorê Temerçînê va

Parêzgarê Azerbaycana Rojava ragihand: Hejmara beşdarên Erbe`înê ku ji sînorê Temerçînê va derbas bûne, anegorî sala buhurî sedî 27 zêde bûye.

Li gorî ragihandina Beşa Ragihandinê ya Dayra Parastina Rê û Cadeyan a parêzgeha Azerbaycana Rojava 73 hezar û 216 zîyaretker ji derîyê sînorî yê Temerçînê va çûne û 65 hezar û 858 zîyaretker jî ji rêya vî derîyê sînorî derbasî Îranê bûne. 

Îrec Azadî Rêvebirê Termînala Sînorî ya Bazerganê jî ragihand: Nêzî 8 hezar zîyaretkerên bîyanî ji bo beşdarbûna di merasima Erbe`înê da ji derîyê sînorî yê Bazirganê va derbasî Îranê bûne.

Jordaçûna asta hatin û çûyîna ji derîyên sînorî yên parêzgeha Azerbaycana Rojava ve, girîngatîya istiratejîk a derîyên sînorî yên vê herêmê nîşan dide, ew jî ne tenê ji hêla hejmara rêwîyan va, belku ji hêla xurtkirina peywendîyên navdewletî û kişandina bala geştyaran va jî girîng e.