Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê: Bila Ewropa dest bi kiryarên nezanane neke
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355595-komîsyona_ewlehiya_neteweyî_ya_meclisa_Îranê_bila_ewropa_dest_bi_kiryarên_nezanane_neke
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê got: Derbarê derketina muhtemel a Îranê ji NPTyê, em ê li gor berjewendiyên neteweyî mafên rewa yên gelê Îranê û bi nêrîneke hişmendane hemû şiyanên xwe bi kar bînin.
(last modified 2025-08-02T11:27:35+00:00 )
Tebax 02, 2025 14:50 Asia/Tehran
  • Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê: Bila Ewropa dest bi kiryarên nezanane neke

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê got: Derbarê derketina muhtemel a Îranê ji NPTyê, em ê li gor berjewendiyên neteweyî mafên rewa yên gelê Îranê û bi nêrîneke hişmendane hemû şiyanên xwe bi kar bînin.

Îbrahîm Ezîzî got ku pîşesaziya me ya navokî qet ziyana xwe tine û em  hişyariyê didin Ewropayê ku kiryarên nezanane neke. 

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê got: Derbarê derketina muhtemel a Îranê ji NPTyê, em ê hemû şiyanên xwe ser bingeha berjewendiyên neteweyî, mafên rewa yên gelê Îranê û bi nîrîneke jîrane bi kar bînin. Wî got ku heke ewropî dixwazin bi awayekî rastbînane serederîyê bikin u careke din ji mijarê dûr nezin, divê dest bi kiryarên neberaqil ji bo çalakkirina mekanîzma vegerandina boykotan nekin.

Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê herwiha got ku pîşesaziya me ya navokî di îrade, bawerî, îman û di zanista zanyarên me de ye, û ev qet nakeve ber zîyanê.