Beqayî: Pergala cîhanî bi bêdengî û pîvanên dualî li himberî zulm û neheqiyê, têkçû
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, weke berteka li himber îstifaya komî ya endamên Komîsyona Lêkolînê ya NY têkildarî cinayetên Rejîma Siyonîst li Filistîna dagirkirî, ku di encama zext û gefên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst de hatiye kirin, got: Saziyên navneteweyî rewatiya xwe, bandor, otorîteya xwe û erkdariya xwe ji dest didin.
Beqayi tekez kir dema ku Raportorê Taybet ê Filistînê ji aliyê rejîma dagirker ve tê çewisandin û boykotkirin endamên Komîsyona Lêkolîna Erdên Dagirkirî bi komî îstifa dikin, ev tê vê wateyê ku ji saziyên navneteweyî êdî destûr nayê dayîn ku rastiyê tomar bikin, û ev ne bûyerek sade ye. Eva weke zengila xeterê bo hilweşîna sîstema hiqûqî û qayîde qûrarên cîhanî ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve diyar kir: Saziyên navneteweyî di halê ji destdayînarewatiya xwe, bandor, hejemonî û erkdariya xwe ye û nifşên pêşerojê wê bixwînin ku pergala cîhanî ne bi şer, lbelku ji ber bêdengî, bêçalakî û pîvanên newkhev li hember zilm û neheqiyê hilweşiya.