Iraqçî: Berxwedana xelkê Îranê bi êrişa leşkerî nayê şikandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i355335-iraqçî_berxwedana_xelkê_Îranê_bi_êrişa_leşkerî_nayê_şikandin
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Berxwedana xelkê Îranê bi êrişa leşkerî nayê şikandin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tîrmeh 13, 2025 17:17 Asia/Tehran

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Berxwedana xelkê Îranê bi êrişa leşkerî nayê şikandin.

Ebas Iraqçî li hevpeyvîna bi kanala El Alemê re got: Amerîkî û Rejîma Siyonîst êrişa leşkerî ceribandin û diyar bû ku bi vê rêyê nikarin vîn û berxwedana netewê Îranê têk bidin û nikarin bernameya navokî ya Îranê bidin sekinandin. Her ji ber viya ti rêçareyek ji bilî rêçareya gotûbêjê tine. Dem û şert û mercên muzakirê, em bi garantîkirina berjewendiyên xelkê Îranê diyar dikin. Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Sîstima dîplomasiyê hevrê li gel hêzên çekdar û bi palpiştiya li ser vîna qahêm a netewê mezin ê Îranê, wê ji bo serêxwegirtina mafên rewa û qanûnî yên îraniyên serfiraz û berxwedêr pirr hewl bide.