Beqayî: 4 welatên rojavayî berpirsê dûhatên derxistina biryarnameya li Konseya Hikimdaran a IAEA`yê ne
Hezîran 12, 2025 18:22 Asia/Tehran
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, behsa derxistina biryarnameya dijî Îranê ji aliyê Konseya Hikimdaran a IAEA`yê ve kir û got ku berpirsiyariya dûhatên vê kiryara neheq û wêranker li ser stuyê damezrîner û amadekarên biryarnameyê ye ûpêgîrî kir ku Îran dê tedbîrên guncaw bigire da ku berjewendî û mafên neteweya Îranê di sûdwergirtina ji enerjiya navokî ya aştiyane de misoger bike û biparêze.
Îsmaîl Beqayî bikaranîna Konseya Hikimdaran a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ji aliyê sê welatên Ewropî û Amerîkayê ve wekî amûrek ji bo bi gumankirina rewşa aştiyane ya bernameya navokî ya Îranê, bi tundî şermezar kir.