Beqayî: Em ê rakirina boykotan li hember rawestandina zengînkirinê qebûl nekin
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê rapora vê dawiyê ya Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomî wekî mezinkirina hin pirsgirêkên teknîkî da zanîn û got ku ev rapor di bin zexta hin welatên ewropî de hatiye amade kirin.
Ismail Beqayî li civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane wek berteka li himber rapora vê dawiyê ya Ajansê dijî Îranê ji bo zêdekirina zextên ser Tehranê got: Ev rêbaz naghêjin encamê loma nabe meriv tiştekî du caran bicerribîne ev şaş e. Wî her wiha got: Rapora ku ajansê daye naveroka wê piranî dubarekirî ye û mezinkirina hinek pirsgirêkan teknîkî ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di bersiva hin îdiayên derbarê muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de got ku heya ku boykot bi awayekî zelal û bibandor neyên rakirin, bi vî welatî re tu hevhatinek çênabe.
Berdevkê Wezareta karên Derve ya Îranê derbarê liv û tevgerên muhtemel ên aliyên Ewropî ji bo bikaranîna mekanîzma tetikê li dijî Tehranê got: Ger yek ji van bûyeran biqewimin em ê li gorî wan tedbîran gavên pêwîst bavêjin.