Iraqçî: Têhran dikare bibe navendeke lihevguhertina agahîyan li cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354744-iraqçî_têhran_dikare_bibe_navendeke_lihevguhertina_agahîyan_li_cîhanê
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara lidarxistina Kombûna Dîyalogê ya Têhranê da ragihand ku Îran dikare navendeke lihevguhertina agahîyan li navçeyê û asta nadewletî da be.
(last modified 2025-05-19T11:48:58+00:00 )
May 19, 2025 15:36 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Têhran dikare bibe navendeke lihevguhertina agahîyan li cîhanê

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara lidarxistina Kombûna Dîyalogê ya Têhranê da ragihand ku Îran dikare navendeke lihevguhertina agahîyan li navçeyê û asta nadewletî da be.

Wî herwiha got: Lidarxistina vê kombûnê bû ezmûneke baş ji bo me û mêvanan jî bi awayekî balkêş bala xwe danê. Ev girîngatî û hitbara vê kombûnê ray dide û vîya nîşan dide ku Têhran dikare navendeke lihevguhertina agahîyan li astên navçe û cîhanê be.

Iraqçî derbara asta beşdarîya welatan di Kombûna Dîyalogê ya Têhranê da jî got: Rayedarên ku beşdar bûn, astbilind bûn û ev jî balkêş bû. 6 Wezîrên karên Derve yên ji welatên navçeyê beşdar bûn. Gellek Cîgirên Wezîr, Wezîr û Serokomarên berê beşdar bûn.