May 14, 2025 20:30 Asia/Tehran

Hezretê Ayetullah Xamineyî di hevdîtina ligel endamên Desteya Lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Şehîdên Hawargiheştinê, ku du rojan berî niha, di 12 Gulanê de hat lidarxistin, tekez kir: Xala himberî morela fedakarî û mirovheziyê ya gelê Îranê, cinayet û hovîtiyên rejîma Siyonîst li Xezzeyê û piştgiriya welatên rojavayî ji wê ye ku rawestana li himberî vê xwînmijî û bereya batil û neheq erka giştî ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê Şoreşa Islamî di hevdîtina ligel endamên Desteya Lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Şehîdên Hawargiheştinê, xala berûvajî û himberî morela fedakarî û alîkariyê, reftara hovane ya cinayetkarên siyonîst derheq êrişa ser ambulansan, bombebarankirina nexweşxaneyan û kuştina nexweş û zarokên bêberevan da zanîn û got: Îro rojê cîhan bi destê van heywanên bi rengê mirovan ve tê birêvebirin û Komara Îslamî erka xwe dibîne ku li hember hovîtî û xwînmijiya wan raweste. HZ. Ayetullah Xamineyî tekez kir ku protestokirina cinayetên li dijî xelkê sivîl erka gitşî ye û got : Ev berpirsiyarbûn e ku ronahiya hêviyê di dilan de vêdixe û helbet dijminên wekî welatên rojavayî neçar dike ku li himber Komara Îslamî ya Îranê rawestin ji ber ku heke em dev ji protestokirina hovîtiya wan berdin, ew ê bi me re dijminatiyê nekin.

Wî pirsgirêka sereke ya zordarên rojavayî redkirina şaristaniya wan a batil û neheq ji aliyê Komara Îslamî ve da zanîn û got: Batil û neheqî mehkûmî işkestê ye. Bê guman, ji bo bidestxistina vê yekê, divê em ber xwe bidin û xwe ji xemsarî û pasîvbûn, revîn, kenîn û dayîna pesnê neheqiyê ku dibe sedema pêşdeçûna wê ,dûr ragirin.

Serepeyv