Bi dawîbûna gerra sêyemîn a muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354413-bi_dawîbûna_gerra_sêyemîn_a_muzakirên_nerasterast_di_navbera_Îran_û_amerîkayê
Sêyemîn gera muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê ku li paytexta Omanê hatin lidarxistin, bi dawî bû.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Nîsan 26, 2025 17:22 Asia/Tehran

Sêyemîn gera muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê ku li paytexta Omanê hatin lidarxistin, bi dawî bû.

Îro, di çarçoveya gera sêyem a muzakirên nerasterast di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê gera yekem a muzakirên karzaniyê di navbera Îran û Amerîkayê jî hate lidarxistin. 

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê  hevgavê lidarxistina  vê gerra  muzakiran ragehand: Şanda teknîkî- karzaniyê ya Îranê, bi amadetiya karzanên xwedî ezmûn di warê boykotan de, ji wan pisporên aborî-bankî, û karzanên warê navokî û têkiliya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re,  beşdarê van muzakiran bûn.

Îsmaîl Beqayî got ku muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de di atmosfereke cidî de berdewam dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê di helwestên xwe yên bingehîn de derbarê pêwîstiya rakirina boykotên bi neheqî û zalimane û amadebûna xwe ji bo pêkanîna pêbaweriyê derbarê mahiyeta aştiyane ya bernameya navokî ya Îranê de cidî ye.