Bidawîhatina dewra duyem a muzakireyên nerasterast ên Îran û Amerîkayê li Îtalîyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354304-bidawîhatina_dewra_duyem_a_muzakireyên_nerasterast_ên_Îran_û_amerîkayê_li_Îtalîyayê
Bidawîhatina dewra duyem a muzakireyên nerasterast ên Îran û Amerîkayê li Îtalîyayê
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 19, 2025 14:50 Asia/Tehran

Bidawîhatina dewra duyem a muzakireyên nerasterast ên Îran û Amerîkayê li Îtalîyayê

Muzakireya di navbera Îran û Amerîkayê da bi serokatîya Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Istîv Wîtkaf wekîlê taybet ê Serokomarê Amerîkayê di Karên Rojhilata Navînê da, li balyozxana Ummanê ya li Îtalîyayê hat lidarxistin.

Ev dewra muzakireyan jî fenanî dewra yekem bi awayê nerasterast û bi mazûvanîya Bedir Bû Seîdî Wezîrê Karên Derve yê Ummanê hat lidarxistin.

Endamekî tîma muzareker a îranî di muzakireyên Romê da got ku biryar hatîye dayîn muzakireyên nerasterast ên Îran û Amerîkayê yê di rojên bê da were domandin.