Iraqçî: Muzakireyên li Mesqetê ceribandinek derheq ciddîbûna Amerîkayê ne
Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir tenha mijara gotûbêja di navbera Îran û Amerîkayê da, meseleya navokî û rakirina boykotan e.
Seyîd Ebbas Iraqçî di civîneke digel zanyar û çalakên medyayî yên Cezayirê da amajeyî sîyaset û helwesta zelal û berpirsane ya Îranê di bernama navokî da û rabhorîya vekişîna neqanûnî ya Amerîkayê ji Rêkevtinameya Navokî kir û got: Muzakireyên bê li Mesqetê derfetek ji bo kivşkirina ciddîbûna Amerîkayê di vegera ser dîplomasîyê da ne.
Iraqçî herwiha ji ber piştgirîya welatên rojavayî ji Rejîma Sîyonîst rexne kir û destdirêjîyên berdewam ên vê rejîmê ser Filistîn, Libnan, Sûrîye û Yemenê şermezar kir û pêgirî ser pêwîstîya yekitîya umeta islamê ji bo sekinîna himberî zêdexwazî û jînosaydê kir.
Wî herwiha piştgirîya ji berxwedana gelên Filistîn û Libnanê erkeke exlaqî û hiqûqî ji bo hemî dewletan zanî.