Têkbirina koma terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354151-têkbirina_koma_terorîstên_daiŞê_li_parêzgeha_kurdistanê
Di rojên destpêkê yên sala nû de, komeke terorîstî ya ser bi koma DAIŞê li parêzgeha Kurdistanê bi hişyariya gel û kiryara bi lez a hêzên ewlehiyê hat naskirin û jinavbirin.
(last modified 2025-04-08T11:38:34+00:00 )
Nîsan 08, 2025 14:25 Asia/Tehran
  • Têkbirina koma terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kurdistanê

Di rojên destpêkê yên sala nû de, komeke terorîstî ya ser bi koma DAIŞê li parêzgeha Kurdistanê bi hişyariya gel û kiryara bi lez a hêzên ewlehiyê hat naskirin û jinavbirin.

Li gor daxuyaniya navenda Hemze Seyid El-Şuheda (S), endamên vê komê ku welatiyên biyanî û hêzên perwerdekirî yên DAIŞê bûn, bi mebesta êrişên întiharî di cejna Newrozê ya xelkê parêzgeha Kurdistanê de, berî ku armancên xwe pêk bînin, hatin naskirin û ji navbirin.Di encama vê operasyonê de gelek kemberên întiharî çek û bombeyên destan ji terorîstan hatin keşf û  zevtkirin.Ev kiryar di çarçoveya hewldanên berdewam bona rawestana li ber armancên komên terorîstî û dezgehên istixbaratî yên biyanî bona bêewlehkirina welat û çêkirina bêtifaqiyê di navbera pêkhateyên etnîkî û olan de, pêk hat. Navenda Hemze Seyid El-Şuheda (S) di dawiyê de tekez kir: Dê bersiva her karekî xirabkarane û terorîstî li dijî gelê Îranê bi awayekî vebirr û qahîm were dayîn .