Nîsan 07, 2025 17:28 Asia/Tehran

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Me ti bersivek derbarê muzakereyên nerasterast ji Amerîkayê wernegirtiye.

Îsmaîl Beqayî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftane li bersiva pirsekê derbarê destpêkirina muzakereyên bi Amerîkayê re ku di medyayê de hatiye belavkirin, got: Ev mesele derew e. Wî got ku Amerîkayê besiva pêşniyara Îranê ya muzakireya nerasterast nedaye.

Beqayî wek berteka li hember dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê got: Cinayeta ku hevgav li Refeh û Rexê Rojava diqewime,nîşana siyaseta Rejîma Siyonîst bi piştevaniya Amerîkayê ji bo jinavbirina Filistînê wek yek ji gelên navçê û derxistina filistîniyan ji erdê wan e. Tişta ku meriv dilnigeran dike ev e ku em şahidê proseya asayîkirina cinayetên li navçeyê ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Ji ber dewama gefên Amerîka û Rejîma Siyonîst dijî navendên navokî yên Îranê, Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê divê erkên xwe  têkildarî vê mijarê û gefan pêk bîne û van gefan, ku ji xwe  xeterk dijî aştiya navneteweyî ne, şermezar bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve li bersiva pirseke derbarê plana hejmerk ji nûnerên Kongreya Amerîkayê bi navê Azadiya Iraqê ji Îranê bona têkbirina peywendiyên Îran û Iraqê ye, got. Ez di vê baweriyê de me ku bo gelê serbilind û bi xîret ê Iraqê bikaranîna vê peyvê, bêrêziyek e û eva ku aliyê ku pêşîneya dagirkirin û kuştina bi milyonan Îraqiyan heye, îdiaya  azadkirina  cîranekî misilman ji welatê din ê misilman yê cîran bike.  Bi rastî gotina vê peyvê eyb û şerm e.

Serepeyv