Îranê himber gefxwarina vê dawîyê ya Trump bertek nîşan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354033-Îranê_himber_gefxwarina_vê_dawîyê_ya_trump_bertek_nîşan_da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himber gef û gurrên vê dawîyê yên Trump pêgirî kir: Gefxwarina aşkira ya êrişa ser Îranê ji hêla serokomarê welatekî va, sekinîna aşkira himber esasa aştî û ewlehîya navdewletî ye.
(last modified 2025-03-31T11:03:42+00:00 )
Adar 31, 2025 14:41 Asia/Tehran
  • Îranê himber gefxwarina vê dawîyê ya Trump bertek nîşan da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himber gef û gurrên vê dawîyê yên Trump pêgirî kir: Gefxwarina aşkira ya êrişa ser Îranê ji hêla serokomarê welatekî va, sekinîna aşkira himber esasa aştî û ewlehîya navdewletî ye.

Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand: Gefxwarina aşkira ya êrişa ser Îranê ji hêla serokomarê welatekî va, sekinîna aşkira himber esasa aştî û ewlehîya navdewletî ye. 

Wî herwiha got: Gefeke bi vî rengî binpêkirina menşûra NY û qirarên çavdêrî û kontrolkirinê yên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê ye.

Beqayî herwiha got ku şîdet, şîdetê bi xwe ra tîne û aştî jî aştîyê. Amerîka dikare yekî ji wan hilbijêre digel dûhatên wê.

Trump vê dawîyê di hevpeyvînekê da bi lewzeke hişyarkirinê idia kir ku heke Îran ber bi rêkevtinê va pêngavan raneke, yê pêrgî bersiva leşkerî ya bêmînak bibe.