Adar 30, 2025 15:19 Asia/Tehran
  • Berdevka Hikûmeta Îranê: Rêya muzakireya nerasterast ya tev Amerîkayê di destûrkarê da ye

Berdevka Hikûmeta Îranê bal kişand ser bersiva Têhranê li himber nameya Amerîkayê û got: Rêya muzakireya nerasterast ya tev Amerîkayê di destûrkarê da cî girtîye.

Fatime Muhaciranî Berdevka Hikûmeta Îranê di peyameke bi rêya şebekeya X`ê da basa şandina bersiva Îranê li himber nameya Amerîkayê kir û nivîsî: Bersiva Îranê li himber wê nameyê hat amadekirin û radestkirin.Di vê çarçoveyê da rêya muzakireya nerasterast ya tev Amerîkayê di destûrkarê da cî girtîye û dîplomasî didome.

Îranê vê dawîyê bersiva nameya Serokomarê Amerîkayê da û çavkanîyên haydar gotine ku Têhranê li himber her xaleke nameya Trump bi awayê cida û bi lewzeke guncav digel lewza Trump bersiv daye. 

Serepeyv