Îranê êrişên Amerîkayê ser Yemenê şermezar kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir ku destdirêjîyên berdewam ên Amerîkayê ser Yemenê, di çarçova komploya şûm a Rejîma Sîyonîst û piştgirên wê ji bo nehîştina her cureke hevgirtina tev gelê Filistînê da ne.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir ku destdirêjîya leşkerî ya Amerîkayê ser Yemenê û têkbirina binesazîyên vî welatî bi armanca istandina tolê ji gelê Yemenê ji ber hevgirtin û piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê ye û ew êriş binpêkirina giran a isûlên menşûra NY û qirarên mafên navdewletî ji wan mafên mirovdostane û mafên merivan zanî û pêgirî ser berpirsyarbûna navdewletî ya dewleta Amerîkayê ji ber wan kiryarên sûckarane kir.
Wî got ku destdirêjîyên leşkerî û berdewam ên Amerîkayê ser Yemenê ku bi hevdestî û hevkarîya locestîk û istixbaratî ya Rejîma Sîyonîst pêk tên, di çarçova komploya şûm a vê rejîmê û piştgirên wê ji bo nehîştina her cureke hevgirtina tev gelê Filstînê û gefeke aşkira dijî aştî û ewlehîya navdewletî ne.