Xerazî: Îranê hemû rê girênedane belke ji bo muzakireya nerasterast amade ye
Wezîrê karên derve yê berê yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hemû rê li ber gotûbêjan negirtiye, lê ji bo nirxandina aliyên din, ragihandina şert û mercên xwe û girtina biryara guncaw ji bo gotûbêjên nerasterast amade ye.
Seyd Kemal Xerazî, serokê konseya stratêjîk a peywendiyên derve ya Îranê, li bara şirovekirina stratejiya muzakireyên Amerîkayê û nepejirandina ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve got: Eger Tiramp Îranê û morala îraniyan nas bikiraba, wê ji berbuhuriyê ders wergirtiba û bi rastbêjî yan berjewendîxwez ji bo berjewendiyên aborî yên welatê xwe, daxwaza çareserkirina pirsgirêkên dîrokî yên Îran û Amerîkayê kiriba, wê bi awayekî din tev bigeriya.
Wî destnîşan kir: Lê rastî eva ye ku berpirsên nû û amator ên Amerîkayê bîreweriya wan a dîrokî ji nekarabûna şêwazên buhurî tine û li ser dubarekirina helwêstên xwe yên quldirtiyê berdewam in û fikir dikin dikarin me ber bi muzakireyekî ve bikişînin ku encama wê ji pêş ve kifş bûye. Xerazî destnîşan kir: Helbet Îranê hemû rê girênedane belke ji bo muzakireya nerasterast bona nirxandina aliyê hember, ragihandina şert û mercên xwe û girtina biryara pêwîst amade ye.