Adar 25, 2025 19:37 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Bila cînar ji berduberetiya Amerîkayê baldar bin

Wezîrê karên derve yê Îranê li têkiliya bi rêya telefonê ya li gel hevtayê xwe yê iraqî amajeyî tawanbarkirinên rayedarên amerîkî ji bo zextanîna li ser Îranê kir û destnîşan kir: Çavlirê ye ku welatên cînar û dost haya wan ji pîlan û pêkanîna duberetiyê ji aliyê Amerîkayê ve hebe.

Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê, û Foad Hisên, wezîrê karên derve yê Iraqê, di peywendiyekî bi rêya telefonê li ser alûgorên herî dawîn ên navçê gotûbêj kirin, wan herwiha li ser rewşa herî dawîn a navçê piştî ji nûve destpêbûna êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst dijî Xezze û Libnanê ji aliyekî ve û êrişa leşkerî ya Amerîkayê ser Yemenê  ji alieykî din ve axivîn.

Iraqçî amajeyî metirsiyên cidî yên bikaranîna narewa ya Amerîkayê ya binkeyên li welatên navçê û qada wan a hewayî ji bo êrişa ser netewên navçê,kir û li ser pêwîstiya girtina ber xwe ya tedbîrên pêwîst ji aliyê hemû welatên navçê ve ji bo parastina desthilatdariya xwe ya netewî û girtina pêşiya bikaranîna ax û îmkanên wan ji aliyê hêzên leşkerî yên biyanî ve bona bê ewlehkirina welatên din pêgîrî kir.

Serepeyv