Bersiva nûnerê Îranê li hember îdiayên bêbingeh ên Amerîkayê
Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, tohmetên bêbingeh ên Amerîkayê dijî Îranê ret kir û got: Ev tawanên bêbingeh careke din siyaseta dijminane ya hikûmeta Amerîkayê li hember Komara Îslamî ya Îranê radixe ber çavan.
Emîrseîd Îrewanî got: Ev tawanbarî tiştekî ji bilî hewldana ji bo xalifandina raya giştî ya cîhanî ji şerê jînûsaydê, cinayetên cengê û karesatên berfireh ên rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê li Xezzê nînin . Îrewanî tekez kir: Nûneratiya hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, di her derfetekê de, Konseya Ewlehiyê vediguherîne amûrek ji bo pêşdebirina bernameya siyasî ya Waşîngtonê û wêneyekî ne rast ji Îranê, wek metirsîya li ser aştî û ewlehiya navneteweyî nîşan dide.
Îrewanî got: Wek bersiva li hember îdiaya bêbingeh a nûnerê Amerîkayê derbarê bernameya navokî ya Îranê de, ez pêgîrî dikim ku çalakiyên navokî yên Îranê bi temamî aştiyane ne û bi temamî di çarçoveya erkên Îranê yên li gorî Peymana Qedexeya Berfirehkirina Çekên Navokî Navokî de tên kirin.