Şermezarkirina dewama êrişên Amerîka û Rêjîma Siyonîst ser Xezze û Yemenê
Adar 20, 2025 18:44 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Derve dewama êrişên hewayî yên Emerîkayê ser Yemenê, hevgavê girankirina jînosayda Rejîma Siyonîst li Filistîna dagirbûyî bi tundî şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî mixabiniya xwe ya giran ji ber kuştina sivîlan, ji wan jin û zarokên bêguneh,û wêrankirina binesaziya Yemenê di encama êrişa leşkerî ya Amerîkayê û kuştina bi sedan jin û zarokên filistînî bi bombebarana navçeyên curbicur ên Xezzeyê di çend rojên borî de, ev êriş wek mînaka cinayetên cengê da zanîn û xemsariya Konseya Ewlehiyê ya NY û saziyên din ên navneteweyî li himber van cinayetan şermezar kir û piştgirên çek û sîlehî, aborî û siyasî yên Rejîma Siyonîst şirîkê cinayetên Rejîma Siyonîstî da zanîn.