Dezgeheke aştîyê ya îranî raportera taybet bi Filistînê xelat kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353781-dezgeheke_aştîyê_ya_îranî_raportera_taybet_bi_filistînê_xelat_kir
Dezgeha Aştî û Jîngehparêzîyê ya Îranê xelata xwe ya îsal pêşkêşî Françêska Albanzê Raportera Mafên Merivan a NY ya Taybet bi Filistînê kir.
(last modified 2025-03-14T11:33:12+00:00 )
Adar 14, 2025 15:05 Asia/Tehran
  • Dezgeheke aştîyê ya îranî raportera taybet bi Filistînê xelat kir

Dezgeha Aştî û Jîngehparêzîyê ya Îranê xelata xwe ya îsal pêşkêşî Françêska Albanzê Raportera Mafên Merivan a NY ya Taybet bi Filistînê kir.

Dezgeha Aştî û Jîngehparêzîyê ya Îranê ku dezgeheke nehikûmî ye, di nameyeke fermî da ji ber hewlên Dr. Firançêska Albanzê Raportera Mafên Merivan a NY ya Taybet bi Filistînê ji bo şopandina qeyrana merivî ya li Xezzeyê destxweşî lê kir û Xelata Dr. Teqî Ibtikar a sala 2025ê pêşkêşî wê kir.

Di sipasnameya ku ji hêla Me`sûme Ibtikar Serok û Damezirînera Navensa Aştî û Jîngehparêzîyê va bo Dr. Albnanzê hatîye şandin da wiha hatîye: Sozdarîya te derheq dadmendîyê û berxwedana di warê têkoşîna hibmer nijadperestî û jînosayda li Xezzeyê da, çawan ku di rapora te ya bi navê ``jînosayd ji bo jinavbirina koledarane ya di sala 2024ê da reng vedaye, di vê dewrana dijwar da, çirûskeke hêvîyê ji bo hemî merivantîyê tê hesêb.