Adar 10, 2025 18:31 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Me ti name ji Trump wernegirtiye

Berdevkê Wezareta Derve di civîneke rojnamevaniyê li bersiva vê pirsê da ku gelo nameya Trump ji Îranê re hatiye şandin yan na, got: Na, Me ti name ji Trump wernegirtiye.

Îsmaîl Beqayî derbarê gefên Amerîkayê dijî  Îranê got: Gef û zordarî li gorî hemû yasayan qedexe ye û di asta navdewletî de sûçeke e. Mahiyeta siyasetvanên amerîkî zordestî û paşguhkirina qanûn û mafên navneteweyî ye. Nêrîna  niha ya rayedarên amerîkî li hember Îranê,  nîşana micidnebûna wan ji bo muzakirê ye û muzakire  di bin zext û gefan de bêwate ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê derbarê dirêjnekirina dema mûafiyeta Iraqê ji bo kirîna gaza Îranê jî, got:  Di rastiyê de gotinên bi vî rengî,  mukurhatina binpêkirina qanûnê û  cinayetên dijî mirovahiyê ye. Boykotên yekalî yên Amerîkayê tu rewatiyeke qanûnî tine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê  wek berteka li himber komkujiya elewiyan li Sûriyê jî got: Em bi tundî  kiryarên bi vî rengî şermezar dikin, ji ber ku tu rewatiyek ji bo  şîdet û kuştina sivîlan tine. Pevçûnên bi vî rengî wê rewşa ewlehiyê li Sûriyê aloztir bike.

Serepeyv