Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Gotinên Fîdan bikêr nebûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353625-berdevkê_wezareta_derve_ya_Îranê_gotinên_fîdan_bikêr_nebûn
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê,wek berteka li hember axaftina vê dawiyê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê, ev gotin bêkêr zanîn.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Adar 03, 2025 14:44 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Gotinên Fîdan bikêr nebûn

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê,wek berteka li hember axaftina vê dawiyê ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê, ev gotin bêkêr zanîn.

Îsmaîl Beqayî di konferansa xwe ya rojnamevanî ya heftane de li  berteka li hember gotinên  wezîrê derve yê Tirkiyê derbarê siyaseta navçeyî ya Îranê de got: Em  gelekî girîngiyê didine pêwendiyên dualî ligel Tirkiyê. Mixabin axaftinên vê dawiyê yên çend berpirsên Tirkiyê derbarê siyaseta derve de gelek necurbûn. Pêwîst e dostên me  li Tirkiyê zêdetir li ser  zordarbûna Rejîma Siyonîst li navçê û bi taybetî li Sûriyê bifikirin.

Beqayî got: Helwesta me derbarê Sûriyê de ew e ku yekparçetiya axa Sûriyê û serweriya neteweyî ya Sûriyê were parastin û ev welat nebe  qada xebata komên terorîst û tundrew.